Diyarname
Li Amedê komek bi navê "Koma Zimanperwer" hate avakirin. Kom dê li ser kurdî xebatên cur bi cur bike.
Ji bo avakirina komê daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin. Em bêyî dest bidinê em daxuyaniya komê diweşînin:
"Li Amedê grûba zaravayê Kurmancî (Kurdiya Jorîn) hat damezrandin. Kom dê weke komeke “workshop” bixebite û ji bo pêşketin û xurtkirina Kurmancî dê lêkolîn û lêgerînan pêk bîne. Kesên ku bixwazin ji bo pêşdebirina zaravayê Kurmancî hêz û zanîna xwe tevlî komê bikin, dikarin b ime re bixebitin. Em li ser esasê zimanzanî û zimanperweriyê hatine cem hev û me ji xwe re tenê xebatên derbareyê ziman de kiriye armanc. Xebata me ya sereke dê afirandin an berhevkirina peyvan be.
-Koma Zimanperwer civîna yekem di mêjoya 03. 10. 2009’an de li Amedê pêk aniye.
-Em dê li gor kategoriyan (mînak peyvên tendurustiyê, sporê, karguzariyê, çapemeniyê, erdnîgariyê û hwd.) ji mehê an du mehan carekê bicivin û bixebitin. Li ser babetên ku em dê bixebitin, dê li ser peyvan niqaş bikin û bigihîjin encamekê.
-Em dê di demek kurt de malperekê ava bikin û xebatên xwe li ser malperê bi beşdarvanan û gel re parê bikin.
-Koma me dê têkiliyên xwe bi Başur re (taybetî bi herêma Behdinan re) xurt bike.
-Armancek me ya din jî, bicihkirina Kurmancî li nav sîstema perwerdehiyê ye. Li herêmên ku Kurmanc lê gelek in, ji bo zaravayê Kurmancî bibe zimanê perwerdehiyê em dê xebat bidin meşandin.
-Ji bo Kurmancî bi pêş ve biçe, dê panel, semîner, workshop bêtin pêkanîn.
-Têkilîya koma me dê bi hemî komên xebatên li ser Kurmancî bêtin dayin, em dê bi wan re di diyalogê de bin.
- Dema kesek bixwaze di nav xebatên komê de cih bigre, divê ewul serî lê bide, piştre endamên damezrîner yên komê dê derheqa wî/wê de qerar bidin.
-Di pêşerojê de, em dê hewl bidin ku hemî xebatên xwe ne tenê li ser malperê, herwuha di qadên çapemeniyê de jî belav bikin.
Ji hemî raya giştî re em vê yekê didin daxuyandin û dibêjin Zimanperwer li gelê me pîroz be!
Li ser navê endamên
Koma Kurmancî
Edîb POLAT"


