Berfîn HUSEYNÎ
Di beşa yekem a “Leqata Li Dû Leqatê” de min hewl dabû ku ji aliyê siyasî ve romanê binirxînim û li ser vê hêla romanê min fikrên xwe derpêş kiribûn. Di vê beşê de jî ez ê hewl bidim ku li ser mijara jinê çend xalên girîng û balkêş derpêş bikim.
Di Leqatê (1)de em dibin şahidê civaka kurd a ji salên 1925an û ta roja me, û her wiha rewşa jina kurd a ji salên 1925an û ta roja me. Loma jî mirov dikare bibêje ku ev berhem ji bo rewşa jina kurd a di navbera van salan de, berhemeke panoramîk e.
Panoramaya jinên qurbanî di civakên baviksalar de...
Di her çar beşên ku leheng mêr in de, sedema êşa mêran, sedema şikestin û perçiqîna mêran a li dijî jiyanê " kurdbûn "a wan e. Lê di van her sê beşên ku leheng jin in de, wekî nakokî yan jî wekî îroniyeke jiyanê, sedema êşa jinê, sedema şikestina per û baskên jinê ew mêr bi xwe ne ku ji ber "kurdbûn"a xwe bûne "yên din" û hatine perçiqandin. Ew mêr in ku wekî bindestên li hemberî mêtinger, serdestiyê li jinê dikin û jiyana jinê dimijin heta ku dimiçiqînin.
Yanî êşa mêr ji ber kurdbûna wî ye, lê êşa jinê ji ber jinbûna wê bi xwe xwe dide der.
Ev her sê beşên ku leheng jin in, bi dorê ji jiyana Fatê, Eyşo û Helê pêk tê. Fatê û Eyşo hewiyên hev in. Helê jî bûka Eyşo ye.
Fatê ku jina Hesê ya ewil e, hê haya wê ji bayê felekê tune ye û qala jiyana xwe, qala hevnasîna xwe û Hesê dike. Eyşo jina Hesê ya duyem ku berê dergistiya birayê Hesê bûye, ew jî qala xwe û Hesê û hewiya xwe Fatê dike.
Lehengê sereke Hesê Karazî di van her sê beşan de ji aliyê diyarkirina qedera jinê ve çalak e. Piştî birayê wî Mihemedê Porsor rehmet dike, digel ku bi xwe zewiciye jî dergistiya birayê xwe li xwe mar dike û sedema vê jî weha diyar dike; birayê wî yê ezeb tune ye û ger li xwe mar neke dê xelk henekên xwe pê bikin! Yanî ji ber adet û toreyan naqedîne û dergistiya birayê xwe li xwe mar dike. Em vê yekê ji devê dergistiya Mihemedê Porsor, ango Eyşoya ku êdî bûye jina Hesê Karazî weha dibihîzin:
"Ji ber mirina Porsor, di nav Xelo û Celo de mabû. Hem nedixwest dergistiya birayê xwe têxe bin yekê din, hem jî nikaribû qebûl bikira ku bi dergistiya birayê xwe re bizewice. Axirkê wek tiştekî bêgavî bû. " (r.95)
Em vê hevokê di romanê de ji devê jinekê dibihîzin ku her çend leheng jin jî be û ku mirov qet nizanibe nivîskar mêr e jî, mirov tê derdixe ku yê dipeyive mêr e! Gotareke ku eşkere ye ne ji devê jinekê ye û zimanê mêrane serdest e, loma em careke dî dibin şahid ku edebiyat ji vê hişmendiya mêrane bêpar namîne.
"...Wekî gelek warên jiyan û çandê, warê edebiyatê jî bi gotarên pederşahî tije ye. Di wê gotarê de jin piçûk in, temsîlên wan neyînî ne û peyvên zayendperest ziman dagir kirine." (2)
Mîna ku ji hevoka jor jî diyar dibe, di Leqatê de em dibînin ku zimanê mêrane û peyvên zayendperest bi awayekî xwezayî ciyê xwe girtine. Ger em li ser vê gotarê kûr bibin û hevoka Eyşo ya nîvcomayî temam bikin, eşkere ye ku mesele ne tenê "bêgavî" ye, ango mesele ne tenê ew e ku civak henekên xwe bike:
"...nedixwest dergistiya birayê xwe têxe bin yekî din... "
Ev gotar ji adet, çand û kevneşopiya civakê wêdetir daxwazeke şexsî, cinsî û nêrîn û nirxandina mêr a li hember jinê jî nîşan dide:
“Axir, mêr çi biryarê bide jin ew e; loma jî bi rengdêra ‘mê’ tê binavkirin da ku bizanibe wa ye di çavê mêr de ew wekî heyîneke cinsî pênasekiriyî ye: Ji bo mêr, jin serdanpê xwedî wateya cinsî ye, îcar madem ji bo mêr tê vê wateyê, nexwe nexta wê ya teqez jî ev e. Ew ne li gorî xwe, lê li gorî mêr bi nav û bi wate dibe; li ber Bûnewerê Bingehîn ew heyîneke kêm e.
Mêr Kirde ye, Bûnewerê Teqez e: lê jin Zayenda Talî ye.” (3)
Hesê kirde ye, xwediyê roleke sereke ye, ji ber vê dikare li gor daxwaza xwe û civakê, li ser beden û jiyana jinê biryaran jî bide û hukim jî bike. Loma jî Hesê yê ku dergistiya birayê xwe jî aîdê xwe dibîne û naxwaze wê "têxe bin yekî din" ji ber ku ji bilî wî kesî pêştir tune ye, radibe wê li xwe mar dike.
Pê re em dibînin ku ew jina ku kirasê bindestiyê, kirasê zilmê li ruhê wê hatiye fesilandin bîr nabe; ger bîr bibe jî nikare wî kirasê ku ji aliyê civakê ve û nexasim jî ji aliyê mêr ve li laşê wê, li ruhê wê, li jiyana wê hatiye fesilandin ji ser xwe bişeqetîne û loma jî Fatê ku jina Hesê ya ewil e û Eyşo ku berdêla birayê xwe û jina Hesê ya duyem e û Helê ku bêyî haya wê jê hebe ew dane mêr, nikarin li dijî vê yekê derkevin, mecbûr hewîtî û berdilkirinê qebûl dikin; yanî qurbankirinê! Îcarê piştî ku ev rewşa hewîtiyê bo Fatê û Eyşo dest pê dike, em bi tîpolojiyên klîşe yên jinan re rû bi rû dimînin. Jina ku hewî bi ser de hatiye û jina ku bi ser hewiyê de çûye wekî "melayketa malê" tevdigere; wiha mulayîm, wiha sernerm.
"...Di civaka baviksalar de, tîpolojiya "melayketa di malê de" ew tîpolojî ye ku mêr wê di hişê xwe de bi bêqusûrî vedijîne û di nava xwîpakiyên wê bi xwe de binamûsbûn, nefsbiçûkbûn, sernermbûn, pakbûn ên sereke ne. (...) Her wiha wê ew jina melayket bizanibe ku erka wê şakirina mêrê wê bi xwe ye û divê xwe bide karê mala xwe, zarokên xwe û mêrê xwe."(4)
Em di Leqatê de jî pêrgî vê tîpolojiya klîşe tên ku mirov dikare bibêje Hesê Karazî wekî şêx e li ber dilê jinên xwe û ew jî wekî murîdê vî şêxî ne.
Digel ku yê neheqî kiriye Hesê ye, sedem her çi jî be yê ku kiriye du jin û bûye sedema êşa herdu jinan Hesê ye, ji bo nefretê berê jinê dîsa li jinê ye lê ne li mêr e. Mesela em ji devê herdu lehengên jin ku herdu jî jinên Hesê Karazî ne pêrgî sûcdarkirineke li dijî Hesê Karazî nayên. Li hemberî hev wekî "cinawir" li hemberî Hesê wekî "melayketên malê" tevdigerin û bi hezkirin û rêzgirtin qala Hesê dikin.
A rast bi awayekî giştî ji devê lehengên jin rexne li civakê heye lê rasterast li kesayetan tune ye. Wekî mînak:
"Ev çi aqil e ku mezinên me pê girtine nizanim. Ji bo qelen nedin, nabêjin mezin e, biçûk e, hema didin hev û xwe jê xelas dikin. (...) Axirkê ne li mala bavê, ne jî li mala mêr ji pîrekan re ti rehetî tune ye. Zarok, xwarin, paqijî, paleyî, şixre, gêre, dewar û dotina wan..."(r.88)
Mêrê ku bûye sedema vê yekê nayê sûcdarkirin. Hesê wekî mexdûrê çand û kevneşopiyê tê nîşandan. Eyşo qala neheqiya ku hewiya wê lê dike dike lê li ser neheqiya ku Hesê li herdu jinan kiriye nasekine.
Hewîtî, çendîn realîteya civakê be jî, her wiha nîşaneya herî qehîm a serdestiya mêr e. Loma piçûk jî be divê bertekek li dijî mêr jî hebûya lê digel ku hewî bi ser jinan de tê, digel yê ku hewîtî kiriye qedera wan Hesê ye, Fatê jî û Eyşo jî dîsa wekî "melayketa malê" tevdigerin û hez û rêza wan a ji bo mêrê wan kêm nabe.
Ji ber vê jî bi mirov re hestek wiha çêdibe ku nivîskar qêmîşî lehengê xwe yê sereke Hesê nake, ji dilê wî nayê ku Hesê wekî mêrekî nebaş nîşan bide. Loma bi awayekî giştî civak û çand tê sûcdarkirin.
Bi vî awayî dîsa di beşa sêyem de xwîner pêrgî gotarek wiha tê ku mirov ji raxistina rewşa heyî ya li ber çavan zêdetir wekî parastinekê hest dike.
Di vir de jî leheng bûka H.Karazî Helê ye û qala bavê xwe dike ku bavê wê jî hevalê Hesê ye û mîna ku adet e (!) bi "bahaneyekê" wî jî kiriye du jin:
"Ma dêya min bi tenê, bavê min ê reben jî ji heyeta xwe tiştekî fam nekir. Wekî li ser pira siratê be, di nav du jinan de mabû. Gava bihata malê her yekê tiştek digot. Ji ber wê, di malê de her tim bêhizûrî hebû. Di van salên dawîn de berê xwe dabû dîn. Dixwest bi dua û îbadetê bi sohbeta bi Xwedê re huzûrekê bibîne." (r.144)
Em vê hevokê ji Helê, yanî dîsa ji jinekê û ji bo mêrekî ku kiriye du jin dibihîzin, ango dîsa mêr wekî mexdûrekî xuya dike.
Te dî mezinan ji berê de gotine: derba ku mirov bi destê xwe li xwe bixe dermanê wî tune ye. Îcarê meseleya Hesê û van mêrên ku kirine du jin an pir jin jî ev e. Loma mirov nikare bi tu awayî wan mexdûr bibîne.
Lê di vir de jî digel ê ku neheqî kiriye mêr e, yê ku di nav du jinan de maye û xêr ji xwe nedîtiye û yê ku divê gunehê mirov pê were dîsa mêr e; wekî bav, bira yan jî wekî hevjînekî...
Wekî encam, dîsa yê sûcdar civak û kevneşopiya civakê ye ne kesayet in!
Ger wiha be, ma jixwe ew ên ku civakê diafirînin ne kesayet bi xwe ne! Ger em wiha li meseleyê binêrin û wekî kesayet em wan yek bi yek pak bikin, hingê mêrên ku di romanê de yan jî mêrên di civakê de cî digirin û ewqas neheqî li jinê kirine/yan jî dikin, hemû mexdûr in û masûm in!
Berovajî serdestiya mêran, jinên ku di romanê de cî girtine wekî realîteya civakê ya di navbera wan salan de, hema bêje yan hemû bi ser hewiyê de çûne, yan hewî bi ser wan de hatiye. Bêyî ku haya wan jê hebe ew dane mêr, qelenê wan hatiye stendin û wekî qurbaniyekê bûne berdêla bira yan jî bavê xwe. Ji ber vê mirov nikare mêrên ku xwediyê kiryaran bi xwe ne masûm bike û ji dêleva wan ve civakê û çandê sûcdar bike.
Nivîskar ji hêlekê ve xwestiye realiteya jinê, êşa jinê, derdên ku jinê kişandiye, neheqiya ku lê hatiye kirin nîşan bide, lê ji hêla din ve jî dest ji mêran nekiriye û nexwastiye wan sûcdar bike.
Xaleke din a girîng jî ev e ku digel van rewşên dijwar (berdêlî, qelen, hewîtî û hwd.), qet li psîkolojiya jinê ho venedaye. Di her sê beşên ku leheng jin in de, tim qala neçariya jinê ya li hemberî qaydeyan dike (ku civak û mêr wan qaydeyan lê ferz dikin!) lê qet danakeve kûrahiya derûniya jina ku hewî bi ser de hatiye, yan jî bi ser hewiyê de çûye, yan jî jina ku ji bo mêrekî hatiye berdêlkirin-qurbankirin. Eyşo qala hewiya xwe dike, çend agahiyan li ser dide lê li ser hewîtiyê, hesta hewîtiyê pir nasekine. Qala hestên xwe jî nake ka wekî jinekê çi hest dike ku bi ser hewiyê de çûye û her wiha qala hestên Fatê jî nake. Bihêrsbûna Fatê û zalimtiya wê ya li hemberî xwe zêdetir bi tunebûna zarokên wê ve girê dide. Her wekî ku qebûlkirin û hezimkirina hewîtiyê gelekî hêsan be û tiştekî xwezayî û ji rêzê be.
Qesta min ne ew e ku di mercên wê demê de divê wekî jineke ku hay ji mafên xwe heye tevbigere, yan qebûl neke û serî hilde, hwd..
Lê qet nebe hema li dijî mêrê xwe virde wêde jî be bertekekê nîşan bide û wekî din jî jixwe ev hesteke mirovane ye ku tu jinek nikare vê wiha bi rehetî hezim bike.
Li hemberî zordarî û neheqiya mêr û jiyanê, ji neçarî serî bitewîne jî, wekî hesteke mirovane û jinane nikare xwe ji vê hestê, ji giranî û êşa vê hestê biparêze.
Yanî dinyayeke din jî heye li aliyê din, lê ew qet nehatiye nîşandan û em bi wê qet nahesin.
Loma nivîskar ji aliyê ravekirina hest û derûniya jinê ve qels maye.
"...Gava ku nivîskar mêr be, hingê agahiyên wî yên li ser jinê jî dê mêrane bin." (5) Yanî dê ji ruh û derûniya jinê dûr bin. Dê hestên wê bi nêzikahî û nêrîna mêrekî bêne nîşandan.
Min di destpêka nivîsê de gotibû berhemeka panoramîk e bo rewşa jina kurd a di navbera 1925'an û ta roja me de.
Wekî realîteya civakê, statuya jina kurd a wan çaxan nîşan dide. Qala kîjan jinê dibe, ji aliyê mêr ve neheqiyek lê bûye û ji neçarî qebûl kiriye, lê belê mirov meraq dike ger ev wekî realîteya civakê be, ji wan salan heta bi roja me ma gelo ji aliyê statuya jinê ve qet tiştek neguheriye!
Ji aliyê aborî ve xuya ye guherînek heye, ew rewşa berê ya xela û xizaniyê bi demê re guheriye. Destê wan fireh bûye.
Ji aliyê siyasî ve ji Serhildana Şêx Seîd û ber bi roja me ve (salên heştêyan, zindana Diyarbekirê, qetilkirina Wedat Aydin, bûyerên li dû û hwd.), wekî agahdarkirinekê jî be bi devê nifşên ku diguherin bi awayekî kurt tê qalkirin, lê ji aliyê rewşa jinê ve nivîskar bêdeng maye ji bo nîşandana rewşa jina niha.
Dengê jina perçiqandî, dengê êşa wê ya ku tim sersebebê wê mêr û civak e ber bi roja me ve hil dibe, lê ne diyar e ciyê wê di civaka îroyîn de diguhere yan na.
Digel bi awayekî realîst rastiya heyî û rastiya rewşa jinê ya di nav civakê de li ber çavan radixe jî, cî nedaye nûbûn û nûjeniya jina ku niha êdî ciyê xwe di nav civakê de qehîm kiriye/dike. Jina ku êdî li hemberî pergala baviksalar û desthilatdariya mêr serî hil dide û êdî hewîtiyê jî, neheqiyên din jî qebûl nake; ku piraniya mêran van kirinan wekî mafên xwe yên xwezayî dibînin.
(1) Receb Dildar, Leqat, 2018, Dara.
(2) Remezan Alan, destpêkek ji bo Zanista Edebiyata Modern, 2015, Peywend.
(3) Simone de Beauvoir, Kadın " İkinci Cins " ,
Werger, B.Onaran, 1997, Payel.
(4) Berna Moran, Edebiyat Kuramları ve Eleştiri, 2012, İletişim.
( 5 ) Îbrahîm Seydo Aydogan, Guman 2, 2014, Rûpel.
***
Nivîsa Berfîn Huseynî ya berî vê ya li ser heman mijarê:
- Leqat li dû “Leqat”ê