Wan
Li Serhedê pîrozbahiya 1'ê Gulanê li Wanê li dar ket. Bi dehezaran kesî wêneyê Şêrko Maarîfî ku cezaya îdamê lê birîne vekirin û banga "Îdaman bidin rawestandin" kirin.Serokê Komîteya Amadekar Selami Ozyaşar bal kişand ser zordariyên il ser kurdan û banga têkoşîna bi hev re kir.
Ji bo pîrozbahiya 1 Gulana li Wanê ji bajarên Serhedê ji Erzerom, Bedlîs, Mûş, Qers, Îdir, Erdaxan, Sêrt, Culemêrg û Agirî kedkar ber bi Wanê ve ketin rê. Berendamên Bloka Azadî, Ked û Demokrasiyê Nazmi Gur, Aysel Tugluk, Ozdal Uçer, Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî di nav de bi dehezaran kes li mîtîngê hatin ba hev û 1 Gulan pîroz kirin.
Her wiha li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Elezîz, Semsûr, Dêrsim û Entabî jî bi çalakiyan 1 Gulan hat pîrozkirin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Notên ji 1 Gulana Taksîmê û bajarên din
- Bi wêneyan 1 Gulana 2011'an a li Taksîmê
- Bi sedhezaran kes li Taksîmê ye