Îro 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê ye. Li Tirkiyeyê pîrozbahiya herî mezin li Stenbolê niha li dar e. Bi sedhezaran kes ji serê sibê de berê xwe dan meydana Taksîmê.
Ji çar alî de rêxistinên kedkar, partiyên siyasî û saziyên sivîl ber bi Taksîmê ve ketin rê... Hedefa 1'ê Gulanê ya îro beşdariya mîlyonekî kesî bû.
Dema ev nûçe hate amadekirin bi sedhezaran kes li meydanê kom bûbûn û hê gel dihatin.
Xala herî balkêş afîraşa ku di 1'ê Gulana 1977'an de li Taksîmê hatibû vekirin, careke din hat vekirin.
Di mîtîngê de daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin.
Mîtîng didome...


