Diyarname
Di nîveka duyemîn a mehê de li Yenîsahneya Batmanê 5 çalakî hene.
15'ê mehê, yanê îro wê fîlmê "Elsa Li Diyarê Cemedê ye" bê nîşandayîn. Heman fîlm 29'ê mehê jî wê derkeve pêşberî temaşevanan; dema nîşandayînê saet 13.00 e.
23'yê mehê wê Ronî Batte bi stand-upa xwe li ser dikê be. 25'ê mehê fîlm wê bê nîşandayîn û 26'ê mehê jî dê lîstika "Bekoyê Ewan" li ser dikê be. Ev çalakî saet 19.30 de dest pê dikin.


