Demîrtaþ li Hewselê ye: Gelê me dê hesabê bipirse
AMED
Hevserokê Giþtî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaþ çû Bexçeyê Hewselê cihê lê dar tên talankirin û piþtgirî da ciwanan. Demîrtaþ nerazîbûneke tund nîþanî rêveberiya zanîngehê ku daran dibire da û got, "Zanîngeha Dîcleyê bi daxuyaniyeke komîk got ku ji bo çêkirina rê ew daran dibirin. Ev mejî dema li daran dinihêre, êzingan dibîne. Ruhê van êzing e. Vana bi nezanî hatine wê bi nezanî biçin."
Hevserokê Giþtî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaþ û nazmetên BDP'ê yên Hevserokatiya Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kiþanak û Firat Anli piþtgirî dan çalakiya nobedê ya ciwanan a li dijî talankirina darên li Bexçeyê Hewselê. Demîrtaþ bi heyeta pê re çû qadê, bi çalakgeran re sohbet kir, çay vexwar û dûre der barê rojevê de axivî.
RIHÊ VANA ÊZING E!
Demîrtaþ li qada konê ciwanan li hatiye vedan axivî û bibîr xist ku ciwan ev hefteyeke li dijî komkujiya xwezayê ya li Hewselê çalakiyê lidar dixin û got, "Em vê çalakiya ciwanan û rêxistinên hawirdorê heta dawiyê destek dikin. Di nava vê dema ku çalakiya ciwanan dewam dike de, ji hikumetê û rêveberiya Zanîngeha Dîcleyê daxuyaniyên berevajîkirinê hatin dayîn. Divê hestiyarî û hiþyariya li vir baþ were fêmkirin. Ji bo birîna 10 hezar daran Wezaretê erk daye Zanîngehê. Zanîngehê jî bi vê erkê re 7 hezar dar birîn. Zanîngeha Dîcleyê bêyî pê biêþe 7 dar birî. Li hemberî vê komkujî û talanê gel hatiye Geliyê Dîcle û dest daniye ser rewþê. Hewsel malê mirovahiyê ye, ne yê kesî ye. Muteahîtan ev gelî çênekirin. Ev bedewiya ku bêhna dîrokê jê tê, bi daxuyaniyên ne cidî tê talankirin. Zanîngeh dibêje qad çirav e û ji bo çêkirina rê dar hatin birîn. Ev mejî dema li darê dinihêre, êzingan dibîne. Rihê vana êzing e. Vana bi nezanî hatine wê bi nezanî jî biçin. Yên daran dibirin, bala wan li ser qutiyên pêlavan ên bi dolaran dagirtiye ku wê çiqasî jê werbigirin. Gelê me wê hesab ji wan kesên vê komkujiyê didin, bipirse."
KES NIKARE MALÊ GEL TALAN BIKE
Demîrtaþ da zanîn ku Bexçeyê Hewselê ne yê hikumet û ne jî yê ceametê ye û got, "Gelê me wê ji niha û pê ve destûrê nede talana daran. Divê komkujî tavilê bê rawestandin. Bila rayedarên wezaretê û þaredariyê bên cem hev û ji bo parastina vê derê bi hev re biryarê bistînin. Tu muteahît nikare bikeve vê qadê û malê gel talan bike. Li vê derê bi awayekî vekirî êrîþ li xwezayê tê kirin. Hevalên me wê îro der barê mijarê de bi Waliyê Amedê re hevdîtinê bikin û hewl bidin pirsgirêk çareser bikin. Ji xwe ji vê saetê û þûnde kes nikare li vê derê daran bibire. Pêwîste sazî werin cem hev û vê herêmê ewle bikin. Em ji hevalên hatine vê derê û bi nobedgirtinê re xwedî li xwezaya me derketine re jî gelekî spas dikin."
HEVALÊN ME KÊMASÎ ANÎNE ZIMAN
Piþtî daxuyaniyê Demîrtaþ bersiv da pirsên rojnamegeran û bibîr xist ku Geliyê Dîcle ji bo lîsteya UNESCO namzet hatiye nîþandan. Demîrtaþ got, "Di rewþeke wiha de talankirina xwezayê nayê qebûlkirin. Li vê derê birîna 7 hezar daran tê wateya birîna qirika 7 hezar amediyan."
ÇALAKÎ BERXWEDANEKE GEZÎ YE
Demîrtaþ diyar kir ku çalakiya li Hewselê tê kirin xwedî heman rihê berxwedana Gezî ye û got, "Ev berxwedaneke Gezî ye. Li hemberî xwezayê êrîþeke vekirî heye, mirov li hemberî vê nerazîbûnê nîþan didin. Pêþniyar li hikumetê dikim ku di vê mijarê de dereng nemîne."
Her wiha çalakiya ciwanan a li Hewselê didome.