Diyarname
Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo nivîskariya lîstikên şonayê pêş bixe, nivîskarên nû teşwîqî nivîsandina tekstan bike û lîstikên nû li wêjeyê zêde bike û nivîskariya kurdî ya tekstên şanoyê pêş bixe dest bi pêşbaziyeke nivîsandina tekstên şanoyê kiribû. Niha jî (15 avrlê) encamê vê pêşbaziyê tê eşkerekirin û kesên bi ser ketine têne xelatkirin.
Pêşbaziya ku di pûşperda 2010'an de hatibû dest pê kirin, heta roja dawî 19 tekstên bi kurmancî ji wan re hatin şandin. Kesên bi ser ketine di saet 20.00'an de dê li Şanogeha Bajarê Mezin a Amedê bi merasimekê bê eşkerekirin.
Di heman şevê de dê lîstika "Memê Alan" ku di sala 1918'an de Evdirehman Rehmiyê Hekarî nivîsandibû bê lîstin.
***
Nûçeya eleqedar:


