Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşbaziya nivîsandina testên şanoyê da dest pê kirin. Yên bixwazin divê heta 28.01.2011'an metnên xwe bişînin ber destê komîteya amadekar.
Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞŞBM) ji bo nivîskariya lîstikên şonayê pêş bixe, nivîskarên nû teşwîqî nivîsandina testan bike û lîstikên nû li wêjeyê zêde bike û nivîskariya kurdî ya tekstên şanoyê pêş bixe dest bi pêşbaziyeke nivîsandina tekstên şanoyê kir. Evdirrehman Rehmîyê Hekarî di sala 1918'an de teksta şanoyê bi navê "Memê Alan" nivîsandibû û ev tekst wekî yekemîn teksta şanoya kurdî tê hesibandin. Pêşbazî diyarî bîranîna Evdirrehman Rehmiyê Hekarî hatiye kirin.
Ji bo eşkerekirina pêşbaziyê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin daxuyaniyeke hate dayîn. Serokê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariyê Muharrem Cebe, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan, Serokê Komeleya Nivîskarên Amedê Îrfan Babaoglu, Berdevkê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Feratê Dengizî, Derhênerê Hunerê yê Giştî yê ŞŞBM'ê Ruknettin Gun, Midûreya ŞŞBM Gulê Ozalp Ulusoy û nivîskar û lîstikvanên kurd beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Serokê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariyê Cebe pêşbaziya ku bi kurdî û tirkî daye dest pê kirin ragihand.
Cebe da zanîn ku îsal ji aliyê ŞŞBM ve gelek baş derbas bûye, "Çîroka Zivistanê" ku Haldur Dormen bi re ve bir 26 hefteyan salon tije lê hate temaşekirin û wiha domand: "Bi vê lîstikê li Amedê gelek kesên ku berê neçûne şanoyê me ew bi şanoyê re anîn ba hev. Digel vê lîstika zarokan 'Çiya Gihîşt Behrê' jî geleke eleqe dît. Yekem car lîstikek zarokan bi kurdî hate pêşkêşkêş kirin. Hema bibêje 6 mehan salon tije hate lîstin û li gelek cihan jî derket tûrniyê."
Cebe diyar kir ku ji bo ev pêş bikeve wan pêşbaziya nivîsandina tekstê daye dest pê kirin, ev cara yekemîn e tişteke wisa dibê û wisa go: "Bi alîkariya saziyên kurdî û nivîskarên ku bi kurdî dinivîsîn em dixwazin vê pêvajoyê bidin dest pê kirin. Em wekî ŞŞBM em teşwîqê dikin."
Her wiha Muharrem Cebe got ku ewê her sal pêşbaziyê li dar bixin.
K
esên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin dikarin teksteke nû binivîsîn yan jî roman, çîrok û bîranînan li teksta şanoyê bînin. Teskt divê herî hindik bê navber 50 hezar karatker be, lê di warê mijarê de sînor nîn e. Kesên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin divê heta 28'ê rêbendana 2011'an teksta xwe bişînin ber destê amadekaran. Teksta ku hatibe şandin divê berê li tu cihî nehatibe weşandin, li şanoyê nehatibe lîstin, di pêşbaziyan de xelat negirtibe be. Her wiha her kes herî zêde bi sê metnan dikare beşdarî pêşbaziyê bibe.
Endamên juriyê Pervin Okur, Ruknettin Gun, Lal Laleş, Mem Mîrxan û Kawa Nemir in. Di pêşbaziyê de metna ku bibe yekemîn wê 3 hezar, ya duyemîn 2 hezar û ya sêyemîn jî hezar lîra wekî telîfê bigire. Her sê lîstik jî wê wekî pirtûk bêne weşandin. Hate gotin ku metna ku xelat bigire ger wekî lîstik bê listik careke din wê mafê telîfê neyê dayîn.
Encama pêşbaziyê wê Roja Şanoya Dinyayê, di 27'ê Adara 2011'an de bê eşkerekirin. Yên bixwazin beşdar bibin divê berhemên xwe bi xwe bibin, yan jî bi posteyê bişînin Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.


