Diyarname
Belgefîlmê derhêner Aydin Orak ê bi navê "Destaneke Serhildanê: Bêrîvan" 13'ê mehê saet 11.00'an de li Muzeya Peraya Stenbolê tê nîşandayîn.
Belgefîlmê ku zimanê wî bi kurdî di çarçoveya 30'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de tê nîşandayîn.
Çîroka belgefîlm: Di sala 1992’yan de li Cizîrê kurd ji bo pîrozbahiya Newrozê radibin ser piyan. Wê demê jinek egal li ser ku rê dide ber çalakvanan balê dikişîne. Ew tê binçavkirin, îşkenceyê dixwe. Ew, Bêrîvana Cizîrî ye. Fîlm çîroka Bêrîvana Cizîrî û Newroza 1992’yan de pêşkêş dike.
Kunye:
Nav: Destaneke Serhildanê: Bêrîvan
Derhêner: Aydin Orak
Ziman: Kurdî (bi jêrnivîsa tirkî û îngilîzî)
Mawe: 50 deqîqe
Sala kişandinê: 2010
***
Nûçeyên eleqedar:
- Bela Tarr: Ji bo hînbûnê fîlman bikişînin
- Festîvalê bi merasimekê deriyê xwe vekir
- Di du rojan de 60 hezar bilêt hatin firotin
- Bilêtên festîvalê têne firotin
- Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de fîlmên kurdan derdikevin pêş


