Herhal ji bo ziman tişteke muhîm e guh hînê dengê ziman bibin. Û dema ev guh guhên zarokan bin herhal ev asta muhîmbûnê zêdetir dibe.
Ger îmkan nîn bin zarok guhê xwe bidin dengê kurdî tişteke zehmet e. Lê ger malpereke rabe vî dengî bîne nava mala me tişteke girîng e.
Em qala çîrokên ku deng dane wan û di malpera Dibistana Kurdî de weşandine dikin.
Di malperê de 16 çîrok hene ji bo guhdariyê. Ev çîrok ji aliyê Aynur Bozkurt ve hatine amadekirin û dengdayîn jî wê bi xwe pêk aniye. Çîrokên ku pêşîn tevî alîkariyên teknîk ên xebatkarên radyoyê, ji bo Radyoya Dengê Mezopotamya hatibûn amadekirin û di radyoyê de di sala 2007'an de, gelek caran hatin weşandin, niha her kes dikare ji ser înternetê lê guhdarî bike.
Ji me jî gotin. Ji bo yên ku bixwazin li çîrokan guhdarî bikin yan jî bi zarokên xwe bidin guhdarî kirin, bêşik hem hûn hem jî zarokên we bi hev re jî dikarin lê guhdarî bikin. Fermo lînk:
http://www.dibistanakurdi.com/cirok08/#info