Diyarname
Dixtorên ku li Îbrahîm Tatlises dinêrin agahiyeke nû pêşkêş kirin: Tatlises di dema bûyerê de felc bû.
İbrahim Tatlises ku duh bi şev rastî êşîreke çekdarî hatibû hê jî di nexweşxaneyê beşa nexweşên giran de ye.
Dixtoran vê sibê agahiyên nû pêşkêş kirin û gotin ku Mejiyê wî zerar dîtiye û di cihê bûyerê de felc bûye. Dixtoran wisa got: "Dema anîn cem me aliyê wî yê çepê bi temamî felc bûbû. Ji ber birîndarî di mejî de xisareke cidî hebû. Birîneke mejî hebû. Di mejî de şikestineke parçebûyî hebû. Me mudexele kir. Ji bo em bibînin xisareke wê her bidome hebe yan na gere em hinek din bisekinin."
Li gor gotina dixtoran ger Tatlises baş bibe dê pirsgirêka wî ya axaftinê çênebe lê di warê hêzê de dê lawaz be. Dixtor dibêjin ku ji ber di dema bûyerê de felc bûye ew ditirsin ku ev felcbûna wê veguhere her demî.
Dixtorê Tatlises got ku heta sibê dê wî di xew de bihêlin û dûre wê hişyar bikin. Di 24 saetan de wê her tişt diyar bibe.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Yildizhan: Li bakurê Iraqê pirsgirêkên Tatlises hebûn
- Birîna Îbrahîm Tatlises giran e