Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises ku hê jî di beşa nexweşên giran de ye, roja emeliyeta wî ya duyemîn diyar bû.
Tatlises ku di encama gulebaranê de bi giranî birîndar bûbû, emeliyeteke giran derbas kiribû, hestiyên serê wî ku parçe bûbûn ji bo heta rewşa mejiyê baş bibe ji serê wî girtibûn û xistin valahiya zikê wî.
Dixtoran niha diyar kir ku dê emeliyat duyemîn a Tatlises piştî meh û nîvvekê, roja 5'ê pûşperê bikin. Emeliyat ku dê 8 saetan bidome dê hestiyên di valahiya zikê Tatlises de bigirin û dîsa bixin cihê wan. Di vê navberê de jî dê cihê zerar dîtiye bê qontrolkirin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ji ber êrîşa li dijî Tatlises 15 kes hatin binçavkirin
- BDP ji bo Tatlises daxuyanî weşand
- Dixtorên Îbrahîm Tatlises agahiyên nû dan
- Dixtor: Tatlises di dema bûyerê de felc bû
- Yildizhan: Li bakurê Iraqê pirsgirêkên Tatlises hebûn
- Birîna Îbrahîm Tatlises giran e