Diyarname
Li hemberî êrîşa hêzên dewletê mebûsên kurd xwe kirin sîper û bi ser de jî bi ser wan de çûn.
Li Silopiyê piştî polîsan êrîşê gel kir mebûsa BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel bi hêrs bi ser polîsan de çû û sîleyek avêt serkomîser.
Li Batmanê jî Bengî Yildiz li meydanê bû. Çapemeniyê wekî Yildiz êrîş kir nîşan da. Niha em guh bidin Yildiz: "
"Di çapemeniyê de wekî 'Min ji bo avêtinê ew kevir negirtiye' nîşan da. Lê min tiştek wisa negotiye. Min ji bo avêtinê ew kevir girtibû. Tu derdê me nîn e ku em agahiyên şaş bidin. 3 saetan şîdet li hemberî me pêk anîn. Li hemberî şaredar, rêxistinên sivîl, li hemberî gel bi ava çews êrîş kirin. Ava rengîn hene. Ev dîmin li tu derê nîn in. Tenê kevirê di destê min de dibînin. Li Tirkiyeyê çapamenî, Serokwezîr, walî, midûrê emniyetê van nabînin. Lê tenê mebûsê ku dibêje 'tu nikarî bombeya gazîn bavêjî ser gelê min' dibînin. Ger gazê bi ser mebûsê dewletê de diavêjin ew jî dê bi keviran xwe biparêze."
Hin endamên çapemeniyê jî gotin ku sedî 90'ê kurdan vê kirinê naparêzin.
Em jî ji agahiyên ji me re tên dizanin ku gelê li herêmê xwedî li her du mebûsan derketin, ev kirina wan wekî gaveke di cih de dîtin û em wêneyê Yildiz dikin wêneyê hefteyê.