Cizîr
Di navbera 1-7’ê gelawêjê de li navenda Cizîrê bi tevlîbûna 8 berendamên mamosteyên zimanê kurdî Xebata Atolyeyê ya Gihandina Mamosteyên Zimanê Kurdî hate lidarxistin.
Ji bo ku li Cizîrê perwerdehî û hîndekariya Zimanê Kurdî dest pê bike û pêş bikeve ji aliyê aktîvîstên TZP’ê û kurdîhezên Cizîrê ve daxwaza xebata atolyeyê ya gihandina mamosteyên zimanê kurdî ji navenda TZPKurdî û Kurdî-Derê ve hatibû kirin. Li ser vê daxwazê ji bo hefteyekê xebata atolyeyê li dar bixe mamosteyekê hate şandin.
Li navenda Cizîrê xebata atolyeyê hate lidarxistin û hefteyek dewam kir. Di dema xebata atolyeyê de wekî çavdêr wekîlê şaredar Ahmed Dalmiş, nivîskar û wergêr Aydin Rengîn jî tev li xebatan bûn.
Wekîlê Şaredar Ahmed Dalmiş li ser girîngiya vê xebatê rawestiya û wiha got: “Hêviya hezaran salan a gelê me tê de ye îro pêk tê. Li Cizîrê bi hezaran xwendevanên dibistana seretayî xwendine hene. Di dilê hemiyan de jî kêmasiya zimanê zikmakî heye. Kêmasiyên ku hene wekî şaredarî em li ber çavên xwe dibînin. Di serî de ziman, dîrok, çand û huner û kevneşopiyên me yên mayîn di bin erdê de yên roj bi roj winda dibin hene (wekî arkeolojîk û etnografîk). Em wekî gelê Cizîrê xwedîlêderketin û serkeftina vê tenê di sazîbûnê de dibînin. Ji bo lêkolîn û lêgerîna zimanê kurdî ev xabata hatiye kirin pir pîroz dibinin, çend xebatkarên vê saziyê yên alîkariyê bidin vî karî em bejna xwe li ber wan ditewînin û çi ji destê me bê em ê bikin. Em ji hevalên ku niha di atolyeya gihandina mamosteyan de perwerdehiyê dibînin re serkeftinê dixwazin û em hêvî dikin ew ê xebatên baş bimeşinin. Ez bi munasebeta vê dixwazim ji gelê Cizîrê re jî bibêjim û bangawaziya min ev e ku; ji bo sazîbûn û pêşketina zimanê kurdî û hînbûna xwendin û nivisandina zimanê kurdî tevlê bibin û piştgiriyê bidin. Bi vî awayî em ê zimanê kurdî pêşdetir bibin û zindî bihêlin.”
Her wiha berendamên mamosteyên zimanê kurdî li ser girîngiya vê xebatê sekinîn û di derbarê xebata gihandina mamosteyan de wiha gotin:
Abdulcebbar Îgdî: Bi rastî îro mirov bikaribe di derbarê vê xebatê de hestên xwe bîne ziman pir zehmet e. Lê bes ez dikarim bişibînim gundên em lê mezin bûn hatine valakirin. Piştî valakirinê şîlanên derê kaniyên me de ziwa bûn, ji aliyê nevînan (neyaran) ve hatin birîn, rahên wê jî agir berdanê. Demkî dirêj em jê dûr man û rojekî riya me lê ket. Me cuhek av ber da ser şîlanan. Şîlanên me ji nû ve ajir dan û şîn bûn. Lê nevînên (neyar) me dîsa dek û dolab li me gerandin, dîsa şîlanên me hiştin bêxwedî. Lê nekarîn şîlanên me yên ajardayî bisojin û rahên wan kor bikin. Îro ev xebata li ser zimanê me tê dayîn wê bi milyonan şîlanan av bide wê ajira ji wan bilind bike. Gulên şîlanan wê bihara sor û zer vebikin. Çendî şîlan bi strî be jî û dîsa kaniya welatê me wê bi saziyên curbecur di cuhên ziman de biherike li her çar aliyên welat av bide.
Bahaedîn Robar: Ziman nasnameya gelan a sereke ye. Dema mirovek zimanê xwe yê zikmakî nizanibe biaxive û binivîse dê nikaribe nijada xwe jî bidomîne. Ango ew kes dê bête pişavtin û ji eslê xwe derkeve. Ji ber vê yekê divê her kes an jî her milet bikaribe zimanê xwe yê zikmakî li hemû qadên jiyanê bi kar bîne. Em dibêjin vaye hezar sal in me zimanê xwe parast û heta roja îro anî lê ji îro şûn de parastina zimên ne ew qas asan e. Ev serdema em tê de ne serdema teknolojiyê ye û zimanên serdest dikare bandorê ji zarokên li ber şîr heta kalên heftê salî heta şivanên li serê çiyayan jî bike. Ji bo pêşî lêgirtina pişaftina zimanê me pêwistî pê heye ku em êdî zimanê xwe ne tenê bi axaftinî di heman demê de xwendinî û nivîskî jî bi kar bînin. Lew ma em vê xebata atolyeyê ya li ser ziman girîng û watedar dibînin. Hêvî û bendewariya min ew e ku ne tenê li Cizîrê li hemû gund û bajarên ku Kurd lê dijîn xebatên bi vî rengî bên kirin.
Mîrza Ronî: Çavkaniya zimanê kurdî ya nivîskî li Cizîra Botan bi Dîwana Melayê Cizîrê hatiye nivisandin û ev dîwan îro jî ji zimanê kurdî re ya herî girîng e. Lê mixabin herêma ku zimanê nivîskî lê hatiye nivisandin nehatiye parastin. Û tu xebatên nivîskî lê nehatine irin. Ev xebata heyî ku me ji bo gihandina mamosteyan daye destpêkirin; lêxwedîderketina nirxên Melayê Cizîrî ne. Ev nirxên ku di destê me de heye divê ku gelê Cizîrê baş bizane û li ser zimanê kurdî bisekine û ji zarokan heya kalan divê bibin xwenda û bikaribin binivisînin. Gelo ku îro Melayê Cizîrî saxbûya û bijiya, ku îro li Cizîrê binêriya wê ji me re bigota çi? Wê bigota; “qedrê gulê çi zane; kelbeş divê kerê reş”
Mehmet Dalmiş: Dema ku hevalan ji min re got ji bo xebata gihandina mamosteyên zimanê kurdî tu jî tev li vê xebatê bibî; min ji nava dilê xwe keserek kişand û cihek wek Cizîra Botan de kêmasiya min û yên wekî min hene min teşwîqê vî karî kir da ku ez jî beşdarê vê xebatê bibim û di pêşerojê de wekî mamosteyekî ez jî bixebitim. Kesên ku bixwazin zimanê zikmakî hîn bibin da ku ez bikaribim ji wan re bibim mamosteyek baş.
Cemal Menek: Bi rastî jî di bajarek weke Cizîra Botan de zaravayê Kurmancî rêzimanê xwe ji vir standiye, lê mixabin îro mamosteyek zimanê kurdî tune ye, em hêvîdar in ev destpêk ew ê nebe dawî.
Yunus Orak: Di tekoşîna azadiya kurdan de ji destpêkê heya niha qelsiyek hebû li ser zimanê kurdî. Lê dereng mabe jî van salên dawîn girîngiya ziman hate famkirin û ji bo ziman hewldanên cur bi cur çêbûn. Weke em dizanin yek ji wan hewldanan jî TZP bû. Bi rastî jî xebatên bi vî rengî ku li Cizîrê jî çê bibin ji bo pêşeroja ziman dê pir baş be. Her çi qas Cizîr li gor bajarên din ên kurdan di hêla zimên de baştir be jî mixabin ev rewşa ziman roj bi roj ber bi xerabûnekê ve diçe. Ji ber vê yekê jî demek ji dema nêzik de li vî bajarî hewceyên saziyên kurdî hene. Ji bo vê bingehê jî me tevî çend hevalan dest bi xebata perwerdehiya zimên kir. Bi vê xebatê em bi hêvî ne û her wiha em ew qas bi biryar in ku di hêla zimên de di nava civakê de hişmendiyeke ziman dê bê pêşdexistin.
Her wiha hîndekar Azad Zal di derbarê xebata atolyeyê de got ku divê xebatên bi vî rengî li herêmê bidomin û wiha dewam kir: “Xebata ku me li vir pêk anî ji bo hîndekarî û perwerdehiya zimanê kurdî destpêk bû. Ji xwe em bi kinasî li ser rêziman û rastnivîsa zimanê kurdî rawestiyan û me di vê çarçoveyê de xebata atolyeyê li dar xist. Ev xebat wekî destpêk bû û hêviya min ew e ku ji xebata atolyeyê şûn de xebat xurttir bibin û bi xebata van berendamên mamoste perwerdehî û hîndekariya zimanê kurdî ew ê hîn xurttir û berfirehtir bibe. Divê ku li bajarên wekî Cizîr, Nisêbîn, Qoser û yên ku kurdî û kurdewarî serwer e xebatên hîndekarî û perwerdehiyê dest pê bikin û xurttir bibin. Di vê ku li van herêman perwerdehî û hîndekariya xwendin û nivisandina zimanê kurdî dest pê bikin û bêne pêşdebirin. Ev jî bi xebatên atolyeyê yên bi vî rengî dibin. Divê ku xebata ku li Cizîrê hatiye lidarxistin ji bo li bajarên din bêne kirin bibe mînak. Ez ji van hevalên ku tev li xebata atolyeyê bûne hêvî dikim ku li Cizîrê xebatên li ser zimanê kurdî yên baş û berfireh li dar bixin. Divê ku li Cizîrê xwendin û nivisandina zimanê kurdî li dest pê bike û pêş de here. Heval bi daxwaziyek xurt tev li vê xebatê bûn û ew ê gelek xebatên baş li dar bixin. Cizîr warê zanyarên wekî Ebul-Iz el Cezîrî, wêjevan û alimên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran e. Gelek cih û warên kevnare yên ku dîrok, çand û hunera kurdî di xwe de vedişêrin hene. Divê ku bi zimanê kurdî xebatên tormarkirin, lêkolîn û lêgerînin xurt bêne kirin.”
Dîsa li gorî ku hate ragihandin di dawiya xebata atolyeyê de azmûn hate kirin û hemû berendamên mamoste bi serkeftî azmûnê derbas kirin. Di demên şûn de ew ê sertîfîkaya mamostetiya zimanê kurdî bê dayîn.