Cemil Oguz
Festîvala Fîlman !F İstanbul îsal jî gelek fîlmên kurdan radigihîne temaşevanan.
!F İstanbul îsal 10'emîn car li dar dikeve. Festîval îsal di navbera 17-27'ê mehê de li Stenbolê, di navbera 2-6'ê adarê de jî li Enqereyê li dar dikeve. Festîvalê par bi sernavê "Pêşîlêvekirina Kurd" beşeke dabû dest pê kirin û di vê beşê de cih dabû fîlmên kurdan. !F İstanbul îsal jî heman kevneşopî vê carê bi navê "Pêşîlêvekirina Didome" didomîne û cih dide çend fîlmên kurdî ku herhal dê îmkan nîn be mirov li ciheke din temaşe bike. Yek ji wan jî ‘Zare’ ye ku di sala 1926'an de hatiye kişandin.
Li ser vê amedekarên festîvalê wisa dibêjin: "Em berê xwe didin çîroka mirovan a piştî peyvên mezin ên siyasî û îsal em dest davêjin mijara Yên Li Çiyan. Kî ne yên li çiyan? Bi van fîlman emê paşerojê, niha û pêşerojê bibînin; bêyî bitirsin û bi vê yekê, emê bingeheke ji bo êşên bi hev re hatine kişandin bikewînin bi dest bixin."
Her wiha amadekarên festîvalê ji bo alîkariya vê beşê jî sipasiya Dîrektorê Festîvala Fîlmên Kurdî ya London û New Yorkê Mustafa Gundogdu sipasî kirine. Di festîvalê de di nav kurtefîlman de jî çend kurtefîlmên kurdan hene.
Vane fîlmên di vê beşê de cih digirin:
"Çiyayê Qendîlê" (Kwystani Qandil)
Irak, 2010, Rengîn, Bi kurdî û Erebî
Fîlm temaşevanan dibe Çiyayên Qendîlê ku li gor sînorên heyî li ser sînorê Tirkiye, Îran û Iraqê ye ku bi têkoşîna kurdan jî nav û dengê wê heye. Fîlmê peyva "Tiştên ji di dilê min de ye tu nikarî xeyal bikî" tîne ziman, dîmenên xwe, şer, hezkirinê pêşkêş dike.
Her tişt bi Şîmalê Diakar, Resûlê Birîndar û Eyneddînê Defçî ku her sê dibin evîndarê keça meleyê gund Nesrînê dest pê dike. Paşê rojekê Nesrîn windadibe û çîroka lêgerîna van her sêyan dest pê dike.
Derhênerê fîlmê Taha Kerîmî di sala 1976'an de li Baneyê hatiye dinê
"Sozdar, She Who Lives Her Promise"
(Sozdar, Jiyan ku soza xwe tîne cih)
Hollanda, 2007, Rengîn, bi Kurdî, almanî, tirkî û flemenî
Fîlmê "Sozdar" berê xwe dide ser jiyana endama rêveberiya KCK'ê Nuriye Kespîr û ji 30 salên têkoşîna wê anekdotan pêşkêş dike. Ew hê di 12 saliya xwe de zewcê red dike, dûre diçe çiyê. Fîlm bi vê yekê hinekî jî çîroka keçên kurdan ên li çiyê, têkoşîna wan jî nîşan dide. Derhênera hollandî Annegriet Wietsma di sala 2001'ê de li Hollandayê dikeve rê û li çiyayê Kurdistanê rêwîtiya xwe bi dawî dike. Belgefilmê "Sozdar" li Festîvala Arîzonayê (2008) û li DOKSA'yê Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girtibû.
"Les Femmes du Mont Ararat"
Jiyanên Çiyayê Agirî
Fransa, 2004, Rengîn, Bi tirkî, kurdî, fransizî û îngilîzî
Di sala 1996'an de komek jin beşdarî refên PKK'ê dibin û li wir yekîneya xwe saz dikin. Ji bo wan çiya berî her tiştî tê wateya azadiyê. Fîlmê peyama "Ez dinyayeke ku bi rastî ez lê jiyan, dijî û ezê hemû xweşikiyên wê bidim jiyandim dixwazim" dide temaşevanan. Fîlm çîroka jinên di nav PKK'ê de radixe ber çavan.
Derhêner fransiz Erwann Briand ku ev fîlm kişandiye bi vê li Festîvala Mafên Mirovan a Arjantînê Xelata Mansiyonê girt û di heman demê de di serî de Cannes (2006), di gelek festîvalên din de fîlm nîşanî temaşevanan da.
"Zare"
Yekîtiya Sovyetê, 1926, Reş û Spî, Bêdeng
"Zarê" bi navekî din "Zerê" wekî yekemîn fîlmên kurdan tê hesibandin. Fîlm li herêma Laçîn bi navê xwe yê wê demê li Kurdistana Sor, li gundekî kurdên yêzîdî hatiye kişandin. Dîroka destpêkirina sînemaya Ermenistanê di 16'ê avrêla 1923'yan de dest pê dike. Yek ji avakarên sînemaya Ermenistanê jî Hamo Beknazarian tê hesibandin ku wî ev filmê "Zarê" kişandiye.
Zarê li ser çîrokeke kurdan a di sala 1915'an de derbas dibe tê kişandin. Çîroka li ser evîneke trajîk ku li gundeke kurdên êzîdî derbas dibe hatiye kişandin û wekî yekemîn fîlmê kurdî tê hesibandin.
Wê demê Rusyaya Çar her ku diçe ber bi têkçûnê ve diçe û di sala 1917'an de Bolşevîk bi ser dikeve. Zarê û şivan Seydo ji hev hez dikin, lê axayê gund Temûr dixwaze Zarê bi ser jina xwe de wekî hewî bîne.
Fîlm bi dîmenên xwe yê xweş û bi çîroka xwe ya trajîk ji nav dîroka sînemayê derdikeve û di vê 85 saliya fîlm de li Stenbolê wê bê nîşandayîn. Di heman demê de hunermenda kurd Tara Caf jî wê di dema nîşandayîna fîlm de li arpê bide
Derhênerê fîlm Hamo Beknazaryan di sala 1891'ê de li Êrîwanê hatiye dinyayê. Piştî Şoreşa Bolşevîkan diç e Gurcistanê û karê xwe yê sînemayê didomîne. Ew di sala 1925'an de yekemîn fîlmê bi ermenkî "Namûs" dikişîne. Zarê duyemîn fîlmê wî ye ku wekî fîlmê ermenkî tê nasîn. Ew û Daniel Dzunî wekî du avakarîn sînemaya Ermenistanê têne qebûlkirin. Derhêner Hamo Beknazaryan di sala 1965'an de li Moskovayê jiyana xwe ji dest dide.
"Haya Kesî ji Pisîkên Îranê Nîn e"
Îran, 2009, 106 dq, Rengin, bi farisî
Festîvalê ji bo 10'emîn salvegera xwe ji fîlmên ku yekemîn car li Tirkiyeyê di festîvalê de hatine nîşandayîn bi dengên temaşevanan hilbijartineke pêk aniye. Ji 41 fîlman 5 fîlmên ku herî zêde deng girtine îsal di vê 10'emîn sala festîvalê de têne nîşandayîn. Di nav van 5 fîlman de fîlmê derhêner Behmen Qubadî "Haya Kesî Ji Pisîkên Îranê Nîn e" jî heye. Kesên ku li fîlm temaşe nekiribû dê firsendê bi dest bixin.
Vane saet û salên nîşandayîna van fîlman:
- Sozdar
19 Reşemî, saet 15:30/ AFM Fitaş
- Zare
19 Reşemî, saet 19:30/ AFM Fitaş
- Çiyayê Qendîlê
20 Reşemî, saet 13.00/ AFM Fitaş
24 Reşemî, saet 19:0/ Maçka G Mall
- Jinên Çiyayê Agirî
21 Reşemî, saet 13:00/AFM Fitaş
- Haya Kesî Ji Pisîkên Îranê Nîn e
23 Reşemî, saet 21:30 / Cinebonus Maçka G Mall
26 Reşemî, saet 14:00 / Cinebonus Maçka G Mall
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


