KOBANÎ
Rojnameger Xezna Nebî dema ku şerê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li başûr-rojhialta Kobanî dişopand, birîndar bû.
Operasyona hêzên YPG’ê li başûr-rojhialta bajarê Kobanê ku ev demeke berdewam dike. Rojnameger û peyamnêra Ajanasa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ya Kobanî Xezna Nebî dema ku şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de dişopand, di milê xwe de birîndar bû.
Hate gotin ku birîna Xezna Nebî sivik e û li nexweşxaneyê tê dermankirin.


