Fêrgîn Melîk Aykoç
Ez bi giranî dixebitim ku bi giştî, li gor xwe bi zanistî li diyarde û mirovan binêrim. Hetanê neyêm ber fetisandinê jî, kesayetiyan bi nav nakim û li ser nanivîsim. Niha nîqaşeke li ser helwesta hunermendekî kurd heye. Bê ku mirov wî biêşîne, dikane hinek bingehê vê rewşê lêbikole, da ku rastiyê bibîne, ka tewan ya hunermend e, yan bingehekî wê ya sosyolojîk û dîrokî heye.
1) Di xwezayê de dema mirov cihê hin nebatiyan biguhere, karekterên wan jî diguhere. Dîsa bi lûlkirinê jî form û çêşta meywe û sebzeyan diguherin. Wek mînak: Dema qizban tên lûlkirin dibe fistiqê Şengalê (pistacia), gava xiyar jî li ser lemê kundir tê lûlkirin, çêşt û dirêjahiya wan diguhere. Bi lûlkirinê tehlsêv dibe sêva rezî, şekok jî dibe hirmî.
Em mirov jî pareke xwezayê û wek lûlkirinê rengê xwe bi perwerdê diguherin. Dema mirovek bi zimanê xwe, bi çand û dîroka xwe, ango li ser bingehê politika perwerda netewa xwe nexwîne. Ew rengê netewa xwe jî nagire Mirov li ser bingeha politîka perwerdeya kîjan netewî xwendibe, rengê wê neteweyê digire, yan jî di warê hişmendiyê de bi awayê wê neteweyê difikire. Lema gava mirov ciwanên kurd yên li Almanya, Fransa, Swêd, Holanda, bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê ûhwd. tîne ba hev, dibêje qey; yek alman, yek fransiz, yek swêdî, yek nîv tirk û yek jî nîv ereb e. Îdaelên wan jî ji hev gelek cuda ne. Ne tenê ev, heta birayên hev yên li gund û bajarên Kurdistanê mezinbûne û yên li metrepolên tirkan mezinbûnin jî, ne wek hev difikirin, cihana hişmendiya wan ji hev cuda ne.
Gava mirov li ser vê rastiyê li dimena rewşenbîrî, yan jî bi gotineke rasterast li xwenda û hunermendên kurd dinêre, wê çaxê rastiyeke gelek balkêş dibîne. Ji ber vê rastiyê hin xwenda û hunermendên asil kurd rasterast bûnin par û diraneke çerxa partî, tarîqat, bişaftin û şovenizma tirk, xwe wek tirkan dibînin, yan jî bawerî û nijada kurdan bi tirkan ve girê didin. Mînak kesên wek Kiliçdaroglu, bi dehan turkucu, ew elewiyên elewitiyê dibin bi şamanizma yakuntan (li gor tirkan ew jî tirk in) ve girêdidin (di tirkan de şamanizm pêşneketiye, yanê vir e vir.). Hin kes jî (dema pêdiviya serkariya tirk bi wan hebe) di medya dîtner û niviskî de wek kurmên ser şewka masiyan tên bikaranîn. Mînak: Mehmet Metîner, Umit Firat ûhwd.
Dîsa wek nimûne mirov vê rewşê di nava filistînî, heta di nava arnavutên kosovayî de jî nabîne. Ji ber ku ew bi kêmasî be jî, bi zimanên xwe, bi hestên netewa xwe hatinin perwerdekirin. Ev rewşa kurdan li tu derê cihanê tune, tenê xas made in Turkey e. Ango tu filistînî xwe wek îsraîlî nedîtiye (ku rîçal û koka wan yek e û gişt samî ne) û tu fîlîstînî partiyeke israîlî wek hêviya demoqrasiyê nişan nedaye. Tu kosovayî jî xwe sirb nedîtiye û partiyek yan jî hêzeke sirbî wek hêvî nîşan nedaye û ji bo kirinên wan negotiye; „ne bes e, lê dîsa jî erê!“
2 – Di ronahiya rastiya jor de mirov dikane bibêje: Dema em gihiştin dawiya salên şêstî û salên heftêyî êdî li bakurê Kurdistana bişaftina bi kotekê heta radeyekê bi ser ketibû. Rengê rexistinî jî di nava çarçove û konjektûra wê demê de li nav û li cem çepgiriya tirk olan dida. Yên ji bandora hestên olî bûbûn xizmetkarên „Akinciyan“ (bingehê AKPyiyan) jî ji çepgiran zêdetir bûn. Ango ji bo rêxistineke kurdewarî yan jî kurdistanî pêdivî bi xwekuştineke bingehîn hebû. Bê xwekuştinê ji bandora wê bişaftin û helandinê rizgarbûn bê derfet bû. Li aliyê din eşîrî, heremparîzî, di warê strûktûra aboriyê de ne wekhevbûn, mijara zaravan û kurdê bişaftî bi serê xwe pirsgirekên mezin bûn. Berê ku ev xwekuştin û kesayetiyeke nû yan jî kurdistanî afirandinê. Leşkerên tirk dest danî ser desthilatiya Tirkiyê, hemû rêkxistinî tar û mar kir. Ango berê ku kesayetiyeke kurdistanî yan jî kurdewarî were afirandin hemû rêxistin hatin fetisandin.
Gotina Apo Sebrî û van rêxistiniyan.
Birêz Şêxmûs Dîken di nivisandina xwe ya bi serenavê „Şivan ve Matem“ (bi tirkî ye) de vê gotina Apo Sebri yê gorbihuşt pêşkêşî me dike: „Mêzê ke, Apoçî vedigerin Welat. Hun jî diçin Ewropa. Ewê qezenç bikin. Hun jî winda bikin.“ Rastî jî ev e. Yên ku ji xaka xwe biqetin, biçin, ew gelek rengên kurdistanî wenda dikin. Ez berê di warê kesayetiyê de xwe û hevalek wek mînak bidim: Carê min û hevaleke xwe yê mamoste me hevdû li Almanyayê dit. Ku li welat em heval bûn, bi hev re xebitîbûn, bi nan û avekî bûn. Min dit ku em di gelek waran de ji hev cûda difikirin. Ango di wan bîst salên dawî de di me herduwan de jî guhertinên cûda pêkhatibû. Ji ber ku ew li welêt dijiya, li wî hê zêdetir rengê welêt û girêdana bi welêt re hebû, heyiya xwe li wir razandibû. Yê min tiştek min li wir nemaye.
Birêkxistiniyên xwe bela vela kirin û pal avêtin ewropayê, derfetên wê kesayetiya dagirkerên tirk wek kirasekî li me kiribûn, ji ser xwe derxistin û avêtinê bi dest nexistin, di divêtiya avakirina jiyaneke li gor Ewropayê de man. Li ser hev parçe bûn, berê xwe dan hev. Dûre li hemberê pêşketinên li Kurdistanê ku di rêberiya xeta PKKê de bû. Ji bo rewşa xwe parstinê, yan jî ji rewşa xwe re eger û sebep dîtinê, ketin nava afirandina teoriyên êrişkirinê. Hinekan her tişt li cih hîştin. Wekî gorbihuşt Apo Sebrî jî gotibû „Winda kirin!“ Ji bo ku bikanin wan çend kesên li dor xwe bigirin, tenê dest bi êriş û çamûr avêtinê kirin. Hinekan jî ji bo ku bikanin debara xwe pêkbînin, dest avêtin qelemê ku bikanin ji derfetên wek li welatê swêdê sûd werbigirin. Niviskarî û rewşenbirîya li Siwêdê jî bi giranî li ser vê bingehê pêk hat. (Ew di ezmanan de jî bifirin, bi doktorayên xwe teoriyan jî çêkin, bifetisin û bibihecin jî, rabin dest têkin qirika min û min bifetisînin jî, serê xwe li keviran jî xin, rastî ev e).
Lê PKK jî li gor hêz û derfetên xwe berê xwe da welêt, Di nava çarçova rewşa wê demê û baweriya xwe de, bi gulleyên li Eruh û Şemzînan hatin teqandin di xwekuştineke bingehîn re derbaz bûn û li gor xwe kesayetiyeke kurdewarî, yan jî kurdistanî afirandin. Wekî Apo Sebriyê gorbihuşt gotiye: „Mêzê ke, Apoçî vedigerin Welat. Hun jî diçin Ewropa. Ewê qezenç bikin“. Xeta PKK ê bi vê kesayetiya nû piraniya gelê kurd kişand cem xwe, bi tekoşina xwe (bi hinan xweş were û neyê ku rastî naguhere) gelek xetên sor yê xwînxwarî û çavsoriya dagirkerên tirk şikand û ew anî ber şêmûga çareseriya pirsa kurd.
3 – Dagirkeriya tirk herî zêde ji birêkxistinî û bi kolektîvî tevgerandina kurdan ditirse. Çima? Ji ber ku çîn, kom û gelên bi birêkxistinî û xwedan hêz in, bi zorê jî be, mafê xwe bi dest dixin. Heta dikanin hêzên dagirker ji welatê xwe derxînin jî ku bi dehan gelan bi birêkxistinî û hêza xwe ya çekdarî welatên xwe rizgarkirine. Çîn, kom û gelên bê birêkxistinî û bê xwedan hêzên ewlekariyê jî têk diçin. Ji ber van egeran Dagirkerên tirk ji bo têkbirina hêzên çekdar serî li her rêyê daye. Ji bo vê Pasaport jî dan Rêzdar Barzanî û Mam Celal. Têkiliyên bi welatên Ewropê, bi Surî û Îranê re bi tevahî ji bo belavkirina hêzên çekdarî ye. Ji bo vê jî dem bi dem hin tişt ceribandin. Wek dema Ozal. Li pêy jî gelek rê û rêbaz ceribandin. Di encamê de li ser peymana Buyukanit û Erdogan ya li Dolmabahçeyê stratejiyeke din ji bo têkbirina bibirêkxistinbûna kurdan afirandin. li gor vê stratejiyê misyoneke taybetî li AKPeyê bar kirin. Li gel wê AKP e jî dixebite ku wek tevgera Xomeynî vê ji bo serketina xwe bikarbîne. (mijara li dij Ergenekona têkçûyî û avakirina Ergenekona kesk nîşana vê ye.)
Li gor vê stratejiyê:
a) Di nava kurdan de dijminahiyeke li dij rêxistinbûnî, hêzbûnî û kolektîvîzmê afirandinê. Mînaka vê ya herî balkêş di bin navê: „Ez kesayetiyeke azad im“ de bê ser û beriyekê derxistin. Ku niha di nava qirêjiya înternetê de gelek malperên bi navê „dengê azad, nizanin civata kesên azad, dengê azad yê gelê kurd“ ku ev malper bi giranî tîrkî ne û tenê êrişe xeta PKKê dikin (hin kesên di nava wan de jî baş tên zanîn.)
b) AKP dixebite ku li aliyekî hemû derdorên hîn di xwekuştinekê re derbaznebûne, ji wê jî hîn rengê perwerdeya tirk li wan heye, bi taybetî jî ew ên polîtîka xwe (ji bo ku bikanin hin kesan li der û dora xwe bigirin) li ser dijminahiya PKK ê avakirine, wek mînak li malpera rizgarî mêze kin, bê çêr û sixêfan tu tiştekî din tê de tune. Armanca wan: Yan wan komikan li dora xwe bicivîne, yan jî wek bêkêriyeke parçekirinê bikarbîne. Em dizanin ku gelek rayedar û parlamenterên AKP li Ewropayê derketine nêçîra kesên xwenda, kesên bi şaşikên dr. yan jî li gor hinan naskirî. Civînên wan ên li Berlîn, Köln, Frankfurt, Parîs û hin bajarên Ewropayê yên din tên zanîn. Civînên bi navê vekirinê jî bi vî armancî bûn.
c) Ji bo di nava gel de guman û tevlihevî afirandinê di çapemeniye fetullahî û dewletê de nûçeyên aspargas afirandin, van nûçeyan bi destên hin kesen bi kurdî di înternetê de belavkirin. Wek mînak malpera netkurdê hemû nûçeyên aspargas yên dewlet û fetullaciyan heman rojê werdigerîne kurdî û diweşîne.
ç) Kurdan berêhevdan, alozî derxistin, bi metodên osmaniyan kurd berdana hev. Mînak ji dîrokê: - Padîşahê wan Yavuz Selîm li Betlîsê fermanê yekkirina mîrên kurdan îmza kir, da Şêx Îdrisê Betlîsî. Ji wir çawa gihîşt Mûşê, kaniyek li wir da çêkirin û li ser wê kaniyê jî wiha da nivisandin „Bila ev av bibe nesîbê kafiran , lê nebe nesîbê kurdan. Divê mirov ço ji ser pişta kurdan raneke…“ Osmaniyên nû bi navê açilim û hin rantan bi hêlekî ve dixebite ku kesên têkçûyî wek kesayetî û rewşenbîr derxin pêş, li gel wan hin komikên melûl jî bi xwe ve girêde, lê li aliyê din bi boneya endametiya KCK qetliama siyasî pêk tîne. Li gel wê êrişê tbi destê wezîrê xwe yê hundir telefonê hin kesan dikin. Gelo ew wan telefonan ji ku dizanin? Yan di navbera wan de xetên telefona sor hene?
- Osmaniyan berê bi dek û dolaban Bedirxanî kişandin aliyê xwe bi alîkariya wan Keleha Mîr Seid ruxandin. Li pey jî biraziyê Bedirxan Bagê Şêr Êzdîn kişand aliyê xwe li Bedirxaniyan xist. Gava Ew têkçûn vê carê jî berê xwe dan Şêr Êzdîn. Îro jî li aliyek bi bikaranîna Hizb il kontra, li aliyê din ji bo ku bikane serkariya başûrê Kurdistanê bikişîne aliyê xwe û bi alîkariya wan êrişê Tevgera Azadî bike, li ser her bendî dilîzin. Bêguman ku bikane di vî warî de bi ser bikevin, wê berê xwe bidin başûr jî
d) Serkarên tirk di gelek waran de xwedî azmûn û pispor in. Ji azmûnên hevalên xwe yên NATO yê jî gelek sûd werdigirin. Wan rewşa li Swêdê û li hin welatên li Ewropa û rewşa qaşo xwendayên kurd yên li welatên Ewropayê, baş tehlîlkirine. Li ser vî bingehî hinek rêya rantê vekirin. Ev jî li ser bingehê TRT6 ê û li pey jî li hinek zanîngehan pêk hat. Bê kurdan tu kes neketine defikên wiha xetere.
Dema Îsraîlê tv yeke ji bo filistiniyan vekir, nekanîn keseke/î xebatkar bibînin. Em wî jî li cîh bihêlin. Vegerin başûrê Kurdistanê. Gelo dema Saddam TV ya kurdî vekir, çend rewşenbîr yan jî xwendayên başûrê Kurdistanê ji bo xatirê wê televizyonê ji Ewropayê bi rê ketin û çûn? Çend xwenda û rewşenbîrên başûrê Kurdistanê teoriya „ew jî televizyoneke kurdî ye“ afirand û pesna wê dan, di kovar û rojnameyên xwe de (wê demê înternet tunebû) reklama wê kir? Çend rewşenbîr û hunermendan got ku ez ji bo nanê xwe diçim wir?
Dibe hin kes bibêjin. Serkariya tirk ne wekî Saddam e, yan jî naşibe wan. Ev gotin jî teoriyeke dagirkerên tirk e, di mêjiyan de hatiye çikandin. Dibêjin çi? „Em naşibin welatekî din! Rewşa me cuda ye! Li welatê me tiştên wiha nikane bibe! Eger bibe em parçe parçe dibin! Em di nava hev de ne, wek nenûk û goştin! Ûhwd.“ Ango mêjiyeke dagirkeran e. vir û sextekariya dijmin e. Egerek ji bo têkçûna xwe dîtinê ye. (Kî diteqe, bila biteqe, serê xwe li kîjan diwarî dixe, bila lêbixe, rastî ev e.)
e) Ji bo ku bikanin kurdan parçe bikin, bi taybetî jî tarîqatan bikartînin. heta tenê ne li bakurê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê jî bi dehan dibistanên Fetullaciyan dana vekirin. Hin kes bi navê rewşenbîrî vê jî bi kurdan didin xweşkirin. Wek mînak ew berpirsê malpera nefelê di nivisa xwe ya bi navê „Dema ko li bakur biqewime pir mezin û ho baş jî diqewime“ wiha nivisiye. „Xeyal bikin ko rojnameyeka wekî Zamanê heger biryar bide ko hefteyê carekê servehiyeka kurdî derxe û li yek milyon bikir û aboneyên xwe belav bike dê çi biqewime. Ev xeyalek e lê belê dikare bibe rastî û heger wisa bibe maneya wê ew e ko li bakur û li Tirkiyeyê kurd bi yek servehiyê di yek rojê de dikarin yek milyon (1 000 000) rojnameyên kurdî belav bikin û bigihînin xwendevanan.“ Ango hêviya xwe bi çapemeniya fetulahiyan ve girêdaye.
f) Armanca AKP, yan jî dagirkeriya tirk ew e ku di kuncikeke teng de kurdan teslîm bigire û li gor berjewendiyê xwe bikarbîne. Ev nirxandina birêz Rêzan Tovjîn ku di malpera Amidakurd de bi serenavê; „Ramanên kurdî yên +18“ hatiye weşandin, vê rastiyê pir baş zelal dike û du pêdiviyekê ji şiroveyê re nahêle: „Di pirtûkên îslamî de tê gotin ku mirovek dema dikeve sikratê, lêv ji tîna diqelişin. Min dîtiye ku xizmên nexweş di sikratê de pembo şil kirine û danîne ser lêvan, ji bo ku nikare avê vexwe. Lê nahêlin ku tî jî bimîne. Ji ber ku pirtûkên olî dibêjin, hingê yek tê xeyala nexweşî û şûşa avê kil dike û dibêje "heke tu nebêjî la îlahe ez nadim te". Gotina "la îlahe" bi erebî tê wateya "xwedê tune". Mirovê nexweş û tî, piştî jiyanek teqwa jî, heke li ser wê doşekê ve çewtiyê bike, rasterast diçe dojehê.“
Encam
Dema mirov li ser bingehê vê rastiyê li mijarê binêre, rewşa hunermendê mijara gotinên van rojan jî baş têdigihîje. Mirov dikane di dîroka me de li ser hin mînakan raweste . Di dîroka me de du mînakên balkêş hene.
I – Mînakên herî bi rûmet. B. Nurî Dêrsimî û Apo Sebrî ne, herdû gorbihuşt jî dikanîbûn vegerin welêt. Dê çend sal di zîndanê de bimana û derketana wek mirovên ji rêzê bijiyana, lê wan anor û rûmeta gelê kurd li ser her tiştî re dîtin û rêya şeref û serbilindiyê pejirandin. Bûn mînakên bêmirin, alên rika netewî. Mîr Celadet Bedirxan û brayê wî Kamûran Bedirxan jî wihan e.
Dîsa gorbihuşt kesayetiya payeberz Ihsan Nûrî Paşa yê serokê serhildana Agiriyê jî Abîdeyeke rûmet û serbilindiyê ye. Rêzdar Kakşar Oramar li ser wî di Azadiya Welat de wiha radigîhîne: „Di pirtûkekê dîrokî de wêneyekî Î. Nurî Paşa (1892-1976) û Xanima wî hebû. Serbihuriya wî wêneyî bavê min ji zimanê Emîrxanê Herkî bihîstibû. Wêne bi kincên kurd û li bajarê Urmiyeyê li wênegirxaneke ya bi navê “Zarya” li sala 1963’yan hatibû girtin. Kincên Îhsan Nûrî û xanima wî (Xedîce Yaşar) yên kur û bûka Reşîd Begê Herkî bûn ku wê demê li Urmiyeyê mêvanên wan bûn. Li wêneyê baş temaşe bikin: Di reng û rûyê Îhsan û Xedîcê de mezinahî û esalet dibare. Rengê mezin a li ser û mirov zû bi dîtina wî wêneyî pêdihese ku Îhsan kesekî maqûl û mezin bûye. Dema bavê min li wî wêneyî temaşe dikir, her carê bi axîneke tijî êş û şewat wiha digot: “Ax mala min xera be…” û demekê bêdeng dima.
Sal derbas bûn û dema hinek çavên me vebûn, me şoreşa Agirî û serokên wê bêtir naskirin. Ji salên 1985’an û pêde ku kadroyên PKK’ê tovê şiyarbûnê li her derê direşandin, min ji zimanê her du hevalan Bedran û Silêman gelek tişt li ser serhildana Agirî bihîstin.
Piştre kesên ku ew ji nêzve dîtibûn behsa kurdperwerî û ramanên wî yên kurdistanî dikirin. Mîna Qazî, Dr. Haşim Şîrazî, Sarimedîn Sadiqwezîrî, Dr. Evdilezîz Şemzînî, Seyîd Elî Gîlanîzade, Emîrxan Cihangîrî (Herkî), Tahirxanê Simko, Yusif Kurdnejad, Perwîn Gîlanîzade, Dr. Mihemed Salih Îbrahîmî (Şepûl), Fewziye Qazî û hwd ku ew ji nêzve dîtibûn, her dem behsa sifetên wî yên bilind dikirin ku tim bi feqîrî û nedarî jiya, lê li hemberî dijiminê xwe qet serî neçemand. Ew rêber û generalê şoreşa Agirî bû ku heya mirinê strana “Hilbe Agirî” ji bîr nekiribû.“
Bi dîtina min divê rewşenbîr û hunermendên kurd, gelê kurd li ser xet û rika van gorbihuşt van rêber, van mezin û kesayetiyên netewî bimeşin. Xeta rast ev e.
II – Xeta duyem jî xeta niviskar Mehmet Uzun e. Her çendî pêdiviya wî bi çûyînê jî tunebû, derfetên wî yên aboriyê jî hebûn, wî xeteke din hilbijart. Çû leşkeriya dagirkerên tirk kir. Li pey jî romaneke hîtabê giyana şovenîzma tirkan dike, nivisand û ew wergerand tirkî. Ango romana bi navê „Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê“ Ew di vê romanê de keçeke ji gerîla vedigere, dike hembêza binbaşiyê celat, yê bi sedan kurd qetilkirî. Hima bigire wek roman H. Edib Adivar „Daxlari bekleyen kiz“
Rêzdar Helîm Yusiv li ser mijar Mehmet Uzun wiha dinivîse:
„Herwisa ji rêxistineke têkçûyî û li ber helandinê“Rizgarî“ hatibû, ku bi her awayî dijberiya „tevgera terorê“ dikir.
Lê, her çendî ew ji hemû romanivîsên kurd çalaktir û zîrektir be û xwedî berhem be, lê dîsa jî divê di bin sîwaneke maqûl û cihê baweriyê de derbasî vî dergehê mezin yê wêjeya hemû Tirkiyê bibe. Ji bo bê şubhe karibe derbas bibe, pêdivî bi hinek tedbîran hebû. Divabû Yekîtiya Nivîskarên Tirk wî hemêz bike û wî xelat bike û hate xelatkirin. Divabû romanên wî bi tirkî û li weşanxaneyên mezin yên Tirkiyê bêne çapkirin û belavkirin û wisa bû. Divabû ku ew ji hêla xwe de, xwe wekî nivîskarekî cîhanî û pirzimanî bide nîşandan ku milkê hemû Tirkiyêye û dijî teror û cudaxwaziyê ye û wisa bû. Ji bo balkişandina çapemeniya Tirkiyê û ya cîhanê divabû ku ji bo romaneke kurdî doz lê bê vekirin û dûre jî, ji bo ku isbat bibe ku Tirkiyê wekatekî nêzîkî kirîterên Ewropayêye, divabû dozê qezenc bike û ji ewropiyan re diyar bibe, bi zimanê kurdekî ku, Tirkiyê welatekî cihê azadiya raman û derbirînê ye û bi kurdî û ...her wiha.
Ka em guh bidin çend helwestên Mehmed Uzun yên ku di 19.04.2002’yan de, ji dadgeha ewlekariya dewleta tirk re, dibêje:
“Peywira min cihêxwazîkirin nîn e, pêkanîna yekîtiyê ye. Ji bo min tişta bingehîn ne dabeşkerî (cihêxwazî)ye, pêkanîna yekîtiyê ye. Ez dabeşkeriyê (cudaxwaziyê) ne tenê wekî ehmeqiyê dibînim, di heman demê de wekî ramaneke xetere jî dibînim.”
Ez hêvî dikim, pêdivî bi şiroveyeke din nebe. Li pey wî bi dehan kesên li Ewropayê çend pexşan, yan jî pirtûkeke nivisî bûn, berê xwe dan Tirkiyê. Serok û rêberên wan siyasetên têkçûyî jî bê pirsgirêk di her çengeyê Tirkiyê re dikevin hundir Turkiyê û derdikevin, li wir kesên wek xwe li hev dicivînin û navê saziyan lê dikin ûhwd. Lê zarokên navên wan bi peyvên kurdî destpêdikin, ji balafirgehan tên zivirandin.
Bi gotineke kurt ev helwesta duyem wek nexweşiyekê ketiye nava hin kesên naskirî û xwe rewşenbîr dibînin. Li gel wê bêhna rantê jî hê zêdetir bijiya wan dikişîne. Rayedarên AKPê jî ji bo ku bikane di hilbijartinan de pêşî li kurdan bigire serî li her dek û dolaban didin. Ango du helwest hene; yek ya rûmetê yek jî ya ku….! ( bila her kes bi xwe nav lê bike.)
Hemu malperên vê helwesta dududiyan diparêzin, kesên vê helwestê hildibijêrin, vê biryara hunermend li gor dîtinên xwe rast dibînin, leme li ser vê mijarê ranewestiyan.
III – Li ser mijara sembolên ku li gor gotinan Hunermend Şivan di hevpeyvîna bi trt 6 re nîşan daye jî mirov dikane çend gotinan bibêje. Dibêjin ku wî bi destekî xwe, sembola serkeftinê û bi yê din jî sembola gur ya MHP yiyan nîşan daye. Ango bi sembola serkeftinê qesta kurdan dike û wekî AKP ê kurdan û MHP dixe kategoriyekê, wek kesên cudaxwaz, nijadperest nîşan dide. Çepgirên tirkan jî bi tevî Akinciyan demekê bi fermana dagirkerên tirk em kurd wisa nîşan didan. Yekî „proletarya enternasonalizmi“ yekî jî „islam enternasyonalîzmî“
derdixistibû pêş me û ji me re nijadperest digotin.
Berê her tiştî KCK ê û PKKê ev sembol neafirandiye. Li gor zanînan, cara yekemîn Churchill ev sembol li hember naziyan bikaraniye. Dûv re li hemû cihanê belav bûye. Ev bikaranîn jî bi zanistî ne bi zanistî jî be, li gor armanca AKP ê hatiye bikaranîn. Ji ber ku li ba wan her çar tiliyê xwe kîpkirin, û tiliya beranekî berjor rakirin sembol e.
IV – Hemû kes, malper û qaşo rêxistiniyên têkçûyî, yan jî xwe nêzê kesayetiya duyem, yanê xwe li cem dagirkeran bextewar hîs dikin û berjewendiyên xwe li wir dibînin. Dibêjin; bes hunermendeke wek Şivan li gel xeta PKKê nebe, li ku dibe, bila bibe. Dikeve çi rewşî bila têkeviyê. Heta wî teşvîk jî dikin. Ew biçe cem MHPê û CHP jî dengê xwe nakin. Ji xwe ji bo wan kesayetî û anora hunermend û rewşenbîrekî ne girîng e. Wek mînak: Nivisandina Nurî Çelîk ya li ser Sezgîn Tanrikulu yê bûye endamê CHP ku di netkurdê de derket.
V – Piraniya rewşenbîran xwe azad û demokrat dibînin (xwezila wisa bana!) bi giranî vê azadiyê wek dijberiya xeta PKKê dibînin. (bila şaş neyê fêmkirin, rexnekirin û dijberî du tiştên cûda ne.) Wek mînak dema yek gotina kurdî têke qurban pêlava yara xwe, tişt nabêjin. Dema yek rabe wek mewlîd wiha binivisîne û bibêje; „xwedê mirovahî û cihan ji bo xatirê filan pêximberî afirandiye!“ Hîç tişt nabêjin, gava yek rabe gotinê bi qurbana Fetullahê dijminê kurdan bike dîsa deng nakin. Lê gava yek rabe wek rêzdar Ahmed Huseynî hestên xwe veneşêre û gotina xwe têke qurban pêlevê rêbereke kurdan, yan jî kesayetiyeke ew jê hez dike (ku qaşo kesên demoqrat û azan ji helwestan re rêz digirin) welleyê derdixin hem jî di malpera di bin pêlavê kesekî din de. Gelo ew kesana li hemberê vê helwesta hunermendê me li ku ne. Cesareta Zinarê Xamo li wan heye?
VI – Ez hinek Şivan dinasim, li gor nasîna min; ew dil saf e, xirabiyê nizane, naxwaze dilan biêşîne, lê kêm dixwîne. Ez bawerim ew kesên kurtêlxwir ên li der û dora wî kombûne, ji bo kurtêl û berjewendiyên xwe, li gel wan ew siyasetên têkçûyî, ji bo Şivan nêzîkê siyaseta ku ew nexwazin nebe, wî teşvîkê vê xeta Mehmet Uzun dikin. Dibe ku hinek jî têkiliyên wî yên bi başûr re, vê li wî bar bike. Bêguman dibe li gor dîtina wî hin armancên wî jî hebin.
***
Nivîsên bi mijara Şivan Perwer re eleqedar:
- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.
- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme
- Îkram Balekanî: Reklama Şivan Perwer