Cemil Oguz
Nivîskar û rewşenbîrê kurd Heciyê Cindî 100 salî ye. Di vê sedsaliya wî de Weşanên Lîsê du pirtûk pêşkêşî xwendevanan kir.
Heciyê Cindî bi gelek pênasan tê nasîn. Ew zargotinzan, nivîskar, akademîsyen, rojnameger, wergêr, ferhengzan û rewşenbîrê kurd e. Wî di van waran hemûyan de kar kiriye, di van waran de berhem li dû xwe hiştine. Gelek ji van berheman hê di arşîva kurdên Kafkasyayê de ye lê kurdên parçeyên din nikarin xwe bigihînin. Niha hin ji wan berê xwe dan Bakur.
Heciyê Cindî ku di sala 1908’an de li gundê Emançayîra Qersê ku wê demê di destê Rusan de bû hatiye dinê. Îsal 100’emîn rojbûna Cindî ye û li ser vê yekê li gelek cihan berhem têne çapkirin, çalakiyên bîranînê têne li dar xistin.
Piştî Ewropayê niha jî li Bakur li ser Heciyê Cindî berhem têne çapkirin. Ji van berheman yek jê pirtûka bi nav “Heciyê Cindî Jiyan û Kar” e ku ji aliyê keça wî Firîda Hecî Cewarî ve hatiye amade kirin.
Hewarî hate Bakur
Pirtûka ku demeke berê ji aliyê Akademiya Zanistî ya Ermenistanê ve bi tîpên kirîlî hate weşandin, niha li Bakur ji aliyê Weşanên Lîsê ve hate çapkirin. Di pirtûka ku Cewarî nivîsandiye de hemû agahiyên li ser jiyan û berhemên Cindî têde hene.
Her wiha Weşanên Lîsê romana Heciyê Cindî ya bi navê “Hewarî” jî di vê sedsaliya wî de çap kir û di vê sedsaliya wî de ragihand ber destê nifşê nû. Hewarî li ser jiyana kurdên Rusyayê, li ser serdema 1950-60’an e. Romana ku yekem car di sala 1967’an de li Êrîwanê hat weşandin niha li Bakur ji Weşanên Lîsê derket û giha ber destê xwendevanan.
Li gor agahiyên ku ji Weşanxaneya Lîsê gihîştin ber destên me, weşanxane xebata xwe ya di der barê berhemên Heciyê Cindî yên din de jî didomîne. Hate gotin ku di nav van amadekariyan de pirtûka “Hikayatêd Cimeta Kurda” jî ji bo çapê tê amadekirin û di demeke nêz de wê ew jî bigihe ber destê xwendevanên kurd.
Weşanên Lîsê di sê sedsaliya Ehmedê Xanî de “Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî” amade kiribû, dûre jî hemû berhemên Xanî bi navê “Bênder –Hemû Berhem” pirtûkek derxistibû.
Jiyana Heciyê Cindî
Heciyê Cindî ku di sala 1908’an de hatiye dinê, di sala 1918’an de dema komkujiya li ser ermenan de tevî malbat û eşîra xwe derbasî Sovyetistanê dibe. Ew hemû malbata xwe winda dike, di sêwîxaneyên Qersê û Gumriyê de mezin dibe. Di sala 1929’an de Xwendingeha Gumriyê ya Pedagojiyê kuta dike. Sala 1930’yî, di Para Zanîngeha Yêrêvanê ya Fîlolojiyê de hate qebûlkirin, bû yekem xwendekarê zanîngehê yê Ermenistanê yê kurd. Heman salê, di 25’ê adara 1930’yî de, bi destpêkirina rojnameya Riya Teze ya bi kurdî re, di rojnameyê de wekî serokê Para Çand û Wêjeyê dest bi rojnamegeriyê kir. Heman salê, bi pêşengiya wî ve li jêr banê Komeleya Nivîskarên Ermenistanê, Koma Nivîskarên Kurd vebû, di 1938’an de, bû serokê wê parê. Dîsa sala 1930’yî, Radyoya Ermenistanê ya Para Kurdî ji bo yekem car dengê kurmancî li hemû cîhanê belav kir û jina Heciyê Cindî, Zeyneva Îvo ew anonsa navdar kir, ku Heciyê Cindî jî tê de xebatkar bû.
Di sala 1933’yan de, zanîngeh kuta kir. Payîza heman salê, li jêr çavdêriya Profesor Asatûr Xaçatiryan dest bi mastira berhevkirin û lêkolînkirina zargotinê kir.
Ji 1931’ê û pê de, çi berhevokên zargotinê, çi werger, çi pirtûkên dersê û çi gotarên akademîk, berhemên wî wekî pirtûk û nivîs çap bûn. Bi tenê di navbeyna du salan, 1931-33 de, 13 lêkolînên wî çap bûne! Heman salê jî, dest bi wî karê xwe yê mezin ê bi dehan salan, dest bi berhevkirina gencîneya zargotina kurdî kir.
Heciyê Cindî ji 1931’ê heya adara 1938’ê, di Xwendinxaneya Kurdan a Pedagojiyê de dersên zimanê kurdî daye.
Di dîroka Sovyetistanê de, yekem car wî gotareke bi kurdî daye. (Konferansa Kurdzaniyê ya Yekîtiya Sovyetê ya Pêşîn, 8’ê Pûşpera sala 1934’an, li Yêrêvanê.) Heciyê Cindî, di heyna Stalîn de, di adara 1938’an de, tevî Cerdoyê Gênco ji aliyê KGB’yê ve hate girtin, bi taybetî ji ber piştgiriya nivîskar û rewşenbîrên ermenî yên navdar, Hiraçya Koçar û Harûtyûn Mikirtçiyan, tam piştî salekê hate berdan û ji mirinê filitî.
Heciyê Cindî, 25’ê pûşpera sala 1944’an, alfabeya nû, ku Moskovayê xwest alfabeya kurdan êdî bibe tîpên Kîrîlî, amade kir û komîsyonê ew qebûl kir, sala 1946’an, bi wan tîpan alfbeya Heciyê Cindî çap bû, ku bi dehan salan ew alfabe di dibistanên kurdan de hate xwendin.
Di 30’yê rezbera 1962’yan de, di warê zargotin û zimanzaniyê de bû doktorê kurd ê pêşîn, di 1966’an de jî, payeya profesoriyê wergirt.
Heciyê Cindî, sala 1’ê gulana 1990’î, di 82 saliya xwe de, li Êrîvana Ermenistanê jiyana xwe ji dest da, li dû xwe di navê de cildên Hikyatêd Cimaeta Kurdan, Beyt-Serhatyê Kurda ye Êpîkyê, Kilamê Cimaeta Kurmanca, Folklora Kurmanca, Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî, du lîstikên şanoyê, romana xwe ya bi navê Hewarî, ji sedî zêdetir pirtûk û bi sedan gotar û nivîsên akademîk hişt ji ziman û hebûna kurdan re.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


