Diyarname
Kovara Dilop ku bi kurdî û tirkî weşanê dike bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Di vê hejmarê de li ser meseleya 'Ji Heskîfê heta Sûrê' wekî dosya hatiye sekinîn.
Dilopê hejmara xwe ya 3'Yan a tîrmeh-gelawêjê derxist. Di bin moderatoriya de "Ji Heskîfê heta Sûrê" de mesele hatiye nîqaşkirin. Emin Bulut, Necati Pirinçoğlu û Buşra Cizrelioglu Sadak ji gelek aliyan ve li ser meseleyê sekinîne.
Hunermend Fewzî Bîlge ku bi dehan salan e tabloyên gelek balkêş çêdike di vê hejmarê de bi tabloya xwe ya bi navê "Rojavayê" bûye mêvan ku Eyşana Beravî ev tablo şirove kiriye.
Di kovarê de Înanç Yildiz ligel Ciwan Haco li ser albuma wî ya nû "Felek"ê hevpeyvînek hatiye kirin. Rêdûr Dîjle li ser portreya yek ji nivîskarên kurdên Sovyetê Ûsivê Beko nivîsa xwe amade kiriye: Cemil Oguz jî li ser stranbêja popê ya navdar a bi eslê xwe Tamîlî "M.I.A" sekiniye û di nivîsê de têkiliya wê, Tamîlê û rewşa Srîlankayê daye ber hev.
Dîroknivîs Mehmet Bayrak di vê hejmarê de berê xwe daye elewîyan û bi sernavê "Alaya Bektaşî Elewî ya Muvayî Milliye û Şaîr Sidki Baba" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Yek ji beşa kovarê ku du kes hebestek şirove dikin di de vê hejmarê helbestvan Berken Bereh û Ulku Bîngol helbestek Celadet Elî BEdirxan şirove kiriye.
Fehim Işik, Bariş Avşar, Okay Deprem, Firat Cewerî, M.Ender Ondeş, Melip Alplan, Fatime Tekin, Nevzat Onaran, Dûrzan Cîrano, Dr. Erdal Sîpan bi nivîsên de di kovarê de cih girtine.
Her wiha di kovarê de ji aliyê helbestan ve jî helbestên Nalî, Cegerxwîn, Weysel Tirpan, Muslum Aslan, Casimê Celîl û Emmanuel D’astier hatine weşandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
dilopdergisi@gmail.com
**
REKLAM:
www.bizebiletal.com