Destên zimên li pêsîra me ye
Cîhan Roj
Li gorî nûçeya di Dîyarnameyê* de hatiye weþandin li Amedê ji bo standartkirina termên îdarî nivîskar, zimanzan û rewþenbîrên kurd civînekê li dar xistine û di encamê de biryar hatine girtin. Kêmaniyek mezin; xwezî ji hin ciyan çend rûspî jî tevlî civînê bûna! Ev ne henek e, hîç nebûya wextê kesên di civînê de ji bo peyva “gida” a tirkî, “xwardemenî” pêþkêþ kirine ji rûspiyekî bipirsiya, delalno ma çi bi peyva “tamatî” hatiye?
Bi qasî aqilê xwe, ev hijdeh sal in ku ez bi kurmancî re mijûl im lê dikim nakim zimanê min li terma navborî nagere!
Ji biryaran jê yek:
“GERÎNENDETIYA KARÊN VETERÎNERÎ Û VENÊRÎNA XWARDEMENIYÊ (Veteriner Ýþl. ve Gýda Kont. Müdürlüðü”
Ji ber ku biryar hatiye girtin (ji alî teknîkî ve jî xeletiyek mezin hatiye kirin; li ser înternetê ku xebat berfireh bihata girtin û piþtî pêþniyarên kesan ê derfetên civînê zêdetirbûna) wekî pêþniyar nanivisînim, lê ku wisa bûya çêtir bû:
“Gerînendetiya karên beytarî û kontrola tamatiyan”
Heqê me tune em ew qas zorê li ziman bikin. Mîsal peyva kontrol di ziman de cî daye xwe. Di edebîyatê de jî tê bikaranîn. Wateya term û peyvan a kûr jî muhîm e. Mîsal , “GERÎNENDETIYA ÇAND Û TURÎZMÊ (Kültür ve Turizm Müdürlüðü)” hatiye gotin, baþ e, li cî ye ji ber ku peyva tûrîzmê di ziman de cî daye xwe lê heman mantiq esas nehatiye girtin: “GERÎNENDETIYA JIMÊRYARIYÊ (Muhasebe Þb.Md.)” jimêryarî jî zorê li ziman dike. An mihasebe bûya an jî hesabdarî çêtir bû. Dîsa “hevahengî “ ne hewce bû, koordînasyon bêtir li cî bû. Wekî me got ji alî wateya kûr ve heman wateyê nadin der. Baþ e, we ji bo peyva koordînasyonê “hevahengî” bikaranî ye , hûnê ji bo peyva koordînator çê bêjin? Îhtimal e ku hûnê bêjin “hevahengdêr”! Ne wisa?
Ecêbiyek din:
“GERÎNENDETIYA HÊÞÎNGEH (Yeþil Alanlar ve Fidanlýk Þb. Müdürlüðü.)”
Çi wateyê dide der? Heger ku tirkiya wê nehata nivîsandin dê însan tiþtekî jê fam nekiriba!
Wateyê bi vî awayî ê xwe bida der:
“Gerînendetiya þitil û warên(qadên) þîn.”
Tecrûbe hene; naxwazim bêjim lê hiþmendiya civînê û hiþmendiya “Turk Dil Kurumu” a wextekê diþibe hev! Wan çawa bi hesabê “oz turkçe” gelek xeletiyan kirine civîna me jî bi heman hiþmendiyê biryar daye.
“Îtfaiye” termek bajarvaniyê ye. Karê îtfayê bi tenê ne temirandina agir e ku hûn ji bo îtfaiyeyê “agirkuj” dibêjin. Baþ e, ku li bajarekî baran bibare lehî rabe problemên jêrxaneyê xwe bidin der wê çaxê tu kar nakevin ser milê îtfayeyê?
Bi rik meseleya wateyê bi bîr dixim lewre bi vî awayî hûn ber li ziman teng dikin û derfet nadin ziman da ziman rê li fikir û ramanê jî vebike. Ev problem ji zimanzanan bêtir ji bo nivîskaran xem e.
Biryara ku we daye :
“ GERÎNENDETIYA MIDAXILEYÊ YA AGIRKUJIYÊ (Ýtfaiye Müdahale Þb. Müd)”
Heman problem xwe di peyva “jîngehê” de jî dide der. Term li cî ye lê di warê akademîk de wateya “yaþam alani” dide der. Li vir “hawîrdor” esas bihata girtin ê baþtir bûya. Her wisa têgeha “pêzanîn” jî beloq e. Di dewsa ,
“GERÎNENDETIYA PÊZANÎNÊN COGRAFÎ Û NEXÞESAZIYÊ (Harita ve Coðrafi Bilgiler Müdürlüðü)”
Gerînendetiya agahiyên erdnîgarî û nexþesaziyê.
Ne þaþ bim “bazar” û “borsa” di aboriyê de du têgehên cûda ne! Ger cûda bin we çawa di dewsa têgeha borsayê de bazar bikaraniye?
“GERÎNENDETIYA SELEXANE Û BAZARA HEYWANAN (Canlý Hayvan Borsasý ve Mezbaha Þube Müdürlüðü)”
Taahhut ne bicihanîn e! Kesek taahhut dike lê îhtimal e ku bi cih neyne. Ev jî xeletiyeke mantiqî ye. Îca li Serhedê peyva “biryan” tê bikaranîn. Rasterast di warê bazarê de têbikaranîn. Gelek nêzî têgeha taahhutê ye. Mîsal tê gotin ku me biryana xwe kir yek. An jî, me biryan kiribû lê wî/ê bicihneanî. We gotiye;
“GERÎNENDETIYA BORDRO Û BICIHANÎNÊ (Bordro ve Taahhüt Þb. Müdürlüðü)”
Lê ku wisa bûya:
“Gerînendetiya bordro û biryanê” ê herikbartir watedartir û xweþtir nebûya?
A ji we re termekî din, “xanîberan”! Qaþo di dewsa “emlak”ê de hatiye bikaranîn! Heger, “xanîber” bûya dîsa mantiqekî xwe dida der; meyê bi xanî re paþgira “ber” jî bi wateya “her wekî din” fam bikira. Wextê însan dixwîne, xanî û beran xwe didin der! Ger dîsa wate esas bê girtin, emlak bi tenê ne xanî ye. Erse, zevî û her cûre avahiyan bi bîr tîne. Gerek peyva emlak bihata bikaranîn.
Ji bo nivîs dûvdirêj nebe bi kurtî em bala xwe bidin çend têgehan:
- Xanîberan- emlak bûya çêtir bû.
- Piþkinîn- teftiþ bihata bikaranîn çêtir bû.
- Di kurmancî de jî “mezra” tê bikaranîn. Ma hewceyê “gundik” bû?
- Çi berhemên edebî hene bi piranî “mitbax” hatiye bikaranîn. Îca çi hewceyê “pêjgeh” ê bû.
- “Daniþma” þêwirgeh bûya ne çêtir bû? Ji bo “daniþma” yê “pirsgeh” hatiye gotin. Belê pirs tên pirsîn lê însan li wir bi pirsan re diþêwirin jî.
Her wisa,
“GERÎNENDETIYA XANÎBER Û MÎRÎKIRINÊ (Emlak ve Kamulaþtýrma Þube Müdürlüðü)”
Bi ya min li vir jî problemekî heye, di dewsa “kamulaþtirma” mîrîkirin hatiye bikaranîn. Mîrnîþîn bûya xweþtir bû. Wekî;
Gerînendetiya emlak û mîrnîþîniyê.
Civîn û xebatên wisa bi qasî hêja ne ew qas jî cidî ne. Li vir, ez bi hesabê zimanzaniyê tevnagerim lê wekî nivîskar me divê em hesastir tevbigerin. Lewre jî ezê di berhemên xwe de biryarên hatine girtin esas bigirim lê ezê tu car peyva xwarindemenî bikarneynim, ezê tamatî bêjim, ezê emlak binivîsînim, ezê îtfaiye , kontrol binivîsînim…
***
Nûçeyên eleqedar:
**- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
*- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
-