Diyarname
Dinya ber bi teknolojiyeke nû ve diçe. Welatên pêşketî di vî warî de biryaran digirin. Niha Tokyoyê biryareke di vî warî de girt. Li gor biryara hatiye girtin ji sala 2025’an wêdetir her mala ku li Tokyoyê bê çêkirin divê “Solar panel”* lê hebin.
Şaredariya Tokyoya Japonyayê ev biryar girt û piştî avrêla 2025’an mecbûriye her kes vê bîne cih. Xaniyên heta 2 hezar metreqorzî ne divê bi enerjiya pêşketî bêne sazkirin.
Nifûsa Tokyoyê 14 mîlyon kes e. Tokyo dike ku di salên bê de meseleya belavbûna karbonê saz bike.
Heta niha sedî 4’ên avahiyan lê solar panel hene. Şaredarî bi vê biryarê dixwaze enerjiyê ji nû ve saz bike, li aliyê din jî fikra wan ew e ku bi vê gavê dê gelê wê derê tasarûfê jî bikin.
Panelên ku embara wan dikare 4 kîlovatê bigire nava xwe, bi buhaya 980 hezar yenî (6 hezar û 725 Euro) dibe mal. Rêveberî difikire ku di 10 salan de ev yek pereyê xwe derxe. Bi hin alîkariyan jî ev yek dê dakeve 6 salan.