Diyarname
Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" kiriye dewlet dixwaze 5 salan cezaya hepsê lê bibire.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya Tirkiyeyê der barê Kişanak de îdîaname amade kir û 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdîaname qebûl kir. Di îdîanameyê de qala çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku li Stasyona Amedê li dar ket dike û dibêje ku meşiyane, diruşmên ku pesnên PKK/KCK'ê didin hatine berzkirin, sirûda Ey Reqîb hatiye xwendin, nişaneya serketinê kirine, di rêzgirtinê de sekinîne û wê û komê merş xwendiye.
Her wiha îdîaname dibêje Kişanak di çalakiyê de ji bo Abdullah Ocana gotiye "rêber", ji bo PKK'yiyên mirine gotiye "hevrêyên me yên şehîd" û ji bo cihê lê çalakiyê hatiye kirin jî gotiye "Dilê Kurdistanê."
Dozger bi vê îdîanameyê ji dadger xwest ku ji salek heta 5 salan cezayê hepsê li Kişanak bibire.


