Diyarname
Çîn ku di van salên dawî de dest diavêje fûtbolê, gelek lîstikvanan bi pereyên gelek mezin transfer dike vê carê ji bo teşwîqê gavek cuda avêt: Çîn dê lîstikvanê berê yê fûtbolê David Beckham di kampanyaya teşwîqkirina fûtbolê de bikar bîne. Dê axaftina bi dîmen a Beckham li 400 nezar dibistanan û bi giştî li 971 mîlyon kesî bê belavkirin.
Serokomarê Çînê Xi Jinping di maça Los Angeles Lakers de ligel David Beckham hatibû cem hev û dûre ev nasîn û hevaltiya wan dom kiribû. Beckham ku heta niha li Çînê beşdarî gelek çalakiyan bûbû vê carê ji bo zarokê çînî berê xwe bidin fûtbolê dê bike ku wan qanî bike. Ji bo vê yekê her roj di televîzyonê de axaftinên Beckham yên zindî û ji bandê bêne weşandin. Ev axaftin li 400 hezar dibistanan jî bê belavkirin, her wiha dê 971 mîlyon kes lê temaşe bike. Beckham dê gotinên wisa bike di van vîdyoyan de: "Fûtbol sporek fantastîk e ku jêre quwet, lez, mejî û xebata tîmê lazim e. Min di temenê gelek biçûk de dest bi fûtbolê kir. Ji ber ku dema herî baş a ji bo destpêkirina fûtbolê zarokatî ye."