Diyarname
Kovara Zrîngê berga hejmara xwe ya nû bi wêneyê amadehiya ji bo Newrozê xemiland û kovar weşand.
Kovara mîzahî Zrîng bi hejmara xwe ya 12'yemîn li pêşberî xwendevanên xwe ye. Di bergê de du kesên teker bi wan re diçin Newrozê heye.
Di hejmara nû de Rûşen, Eşref Mûmcû, Mustafa Yaman, Erceren, Kubîlay Odabaş, Hebûn, Michael Erdman bi xêzên xwe cih girtine.
Her wiha Azad Kutî, Şêx Zûbêr, Îkram Balekanî, Ozgur Amed, Usiv Mele, Mem Aliyê Kamûr, Eliyê Xemxwir, Îsa Bal bi nivîsên xwe ked dane kovarê.
Di rûpela dawî ya kovarê de portreya Qazî Mihemed heye.
Ji bo têkilî û xwestin:
info@kovarazring.com
kovarazring.com


