Diyarname
2'yemîn Kongreya BDP'ê li Salona Ahmet Taner Kişlali bi diruşma "Xweseriya Demokratîk" dest pê kir.
Ji serê sibê de bi hezaran kes ber bi salonê ve bi rê ket. Di salona kongreyê de wêneyên Mehmet Sincar, Yildirim Ayhan, Mazlum Dogan, Sema Yuce, Deniz Gezmiş, Kemal Pir, Mahir Çayar, İbrahim Kaypakkaya û wêneyê siyasetmedarên kurd ku dest kelebçekirî ne hat daliqandin.
Di kongreyê de pankartên bi kurdî (kurmancî, kirmanckî), tirkî û suryankî hatin daliqandin.
Dema me ev nûçe amade kir bi awayekî fermî kongre hê dest pê nekiribû. Di kongreyê de coşa gel bilind e.
Mebûsên BDP'ê û mêvanên kongreyê hêdî hêdî tên kongreyê...
Emê kîteyan di nav rojê de gav bi gav pêşkêş bikin...