QAMIŞLO
Rêxistina Heyva Sor a Kurd diyar kir ku, ji ber ambargoya li ser herêmê gelek pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin, nexweşên ku divê her roj dermanan bixwin di rewşek nebaş de ne, lewre jî bi awayekî lezgînî pêdiviya Rojavayê Kurdistanê bi derman û alavên tenduristiyê heye û banga bihîstiyariyê kiriye.
Ji ber ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê û girtina deriyên sînoran û êrîşên komên çeteyan pêdiviyên jiyanî yên mîna derman û alavên tenduristiyê jî peyda nabin. Têkildarî mijarê Berdevka Heyva Sor a Kurd Meha Omo diyar kir ku Heyva Sor di nava hewldanan de ye ku derman û pêdiviyên tenduristî ji bo Rojava peyda bikin. Omo, da zanîn ku Heyva Sor a Kurd bi saziyên mirovî ketiye nava têkiliyan da ku dermanan ji bo herêmê peyda bikin.
Der barê astengî û zehmetiyên li pêşiya wan de Meha Omo ev tişt anîn ziman : "Derman pir kêm bûne, her wiha di demeke ku pêdiviya Rojava zêde bûye de gelek bijîşk koçber bûne. Karê nexweşxaneyên Qamişlo zêde bûye. Gelek nexweşên ku pêdiviya wan a rojane bi dermanan heye di rewşeke xeter de ne, dermanên wan peyda nabin.’’
Endamê Heyva Sor a Kurd doxtor Kamîran Hisên jî diyar kir ku pêdiviya nexweşxaneyên Rojavayî Kurdistanbê bi awayekî lezgînî bi dermanên nexweşiyên gurçik, şekir, penceşêr û bêhinçikandinê heye.
Hisên da zanîn ku herî zêde pêdiviya nexweşxaneyan bi van dermanan heye:
"Metformin glebanzaide + metformin - amlodipine - ramprill - acid sasylis - amoxcilline -sephalosporin cefatrixone - lbou brofen - sytamoll - salboutamol - lnsuline - metronidazole - diclofenac sodium - metoclobramide - diclofinac sodium - doloxkam - dolazam - ranitidine - claritromaycine - guigouz".
Her wiha dermanên ji bo gurçikan tên bikar anîn û dermanên nexweşiyên Penceşên mycophenolate mofetil +cellcpt."
Hisên destnîşan kir ku ji bilî dermanan jî pêdiviya wan a lezgîn bi gelek alavên ku di mudaxeleyên tendurstî yên lezgîn de têne bikar anîn jî heye û ev pêdivî wiha rêz kirin:
"Alavên veguhestina xwînê, bilaster, şaş û pembo, hemû cûreyên tayên dirûna emeliyata, lepik, şaş dexit, cebsîn ji bo cibara hestiyan, bofidoon, pêdiviyên benckirinê û hemû pêdiviyên din ên mudaxeleya lezgîn tên bikar anîn heye."
Hisên bang li hemû saziyên mirovî yên navneteweyî kir da ku alîkariyê bi gelê Rojava re bikin.