Dawud Rêbiwar
Serokê Weqfa Îsmail Beşîkcî Îbrahîm Gurbuz ku di nav kurdan de bi xebatên xwe yên li qada çandî û rewşenbîrî tê nasîn, piştî pirtûka xwe ya otobiyografî ya bi navê "Ulkemin Golgesinde Bir Uzun Yol-1: Yaşamin Kiyisinda" niha jî bi pirtûkek bi navê "Çagimizin Sokrates'î Îsmaîl Beşîkcî" (Sokratesê Serdema Me Îsmaîl Beşîkçî), ku mijara wê jiyan, raman, têkoşîn û berxwedana rewşenbîr Îsmaîl Beşîkcî ye derdikeve pêşberî pirtûkhezan. Pirtûka Gurbuz cara yekem wê li Fûara Pirtûkan a Amedê derkeve pêşberî kesên eleqedar.
Îbrahîm Gurbuz ku li dor nîv sed salekê ye li navenda têkoşîna kurdan a ji bo mafên xwe cih digire û bi taybetî jî piştî salên nodî, bi cih girtina avakirina saziyên wekî Navenda Çanda Mezopotamya û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di nav kurdan de tê nasîn, ew yek ji parçeyek û şahidekî wê pêvajoya bi êş a dûr û dirêj e. Wêneyên wî yên bi Musa Anter, Ismet Şerif Vanli, Abdurrahman Durre, Feqî Huseyn Sagniç û bi rewşenbîrên wekî wan re di bîra gelek kurdên ku ji salên nodî ve saziyên kurdan ên çandî dişopînin de cih digire. Gurbuz, ji ber meşa vê riya dûrûdirêj di heman demê jî xwedî arşîveke dewlemend e. Loma jî nivîsandina wî ji bo dîroknûsiya kurdan a nêzik gelekî muhîm e, lewra gelek kîteyên ku raya giştî a kurdî pê nizanin, di tûrikê wî de hene.
BEŞÎKÇÎ TESÎR LI NIFŞÊN CIWAN KIR
Gurbuz piştî biyografî û bîranînên xwe vê carê jî jiyan, raman û têkoşîna Îsmaîl Beşîkcî nivîsand. Nivîskar û rewşenbîrê navdar Îsmail Beşîkçî ku ji ber xebat û berhemên xwe yên derbarê "hebûna kurdan" de ji pêncî salî zêdetir e, hem bi wêrekiya xwe, hem bi êş û azarên pê re rû bi rû maye, her di rojeva kurdan û dostên wan de ye. Beşîkcî bi berhemên xwe hem bîrdoziya fermî ya tirk ku hebûna kurdan înkar dikir şikand hem jî tesîreke muhîm li ser çend nifş û xwendeyên kurdan bi xwe kir. Ew Îsmaîl Beşîkçiyê ku geh bi berhemên xwe, geh bi doz û heps û berxwedana xwe her li ber çavan bûye, mixabin heta niha nebûye mijara xebateke xurt, kûr û berfireh. Hem ji bo fikriyat û ramanên wî, hem jî jiyana wî ya ji zaroktiyê hetanî niha baş were fêmkirin Îbrahîm Gurbuz ku yek ji hevrê û hevalê wî yê bi salan e rahiştiye pênûsa xwe. Gurbuz berhemeke bi têra xwe berfireh ku ji 728 rûpelan pêk tê aniye meydanê û pirtûk ji nav Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî derket. Di dawiya pirtûka ku ji çardeh beşan pêk tê de albumeke rengîn a wêneyên Îsmaîl Beşîkçî jî cih digire.
JI PÊVAJOYA NASÎNA KURDAN HETA ÎRO
Pirtûk bi kurtedîroka xebatên kurdolojiyê yên berî xebatên Îsmail Beşikci dest pê dike û ji xebatên sedsalên 16-17an hetanî destpêka komara Tirkiyeyê gelek agahiyên muhîm bi kurtî bi bîr tîne. Beşa duyem li ser "Jiyana İsmail Beşikci" ye. Jînenîgariya wî, pêvojaya ku wî ber bi kurdan û kurdolojiyê ve dibe û hetanî roja îro bi berfirehî tê vegotin.
Di berdewama pirtûkê de, beşek jî li ser ger û geşteke İsmail Beşikci û Îbrahîm Gurbuz e. Her du piştî şêst salan bi hev re derketine rêwîtiyeke ber bi dîrokê ve, rêwîtiya ber bi bîranîn û salên zaroktî û ciwaniyê ve ku em dibînin Beşîkçî li ku û kengê çi xwendiye, çawa kurd nas kirine û hwd. Her wiha Gurbuz û Beşîkçî bi hev du re çûne Çorum Îskîlîpê cem malbata Beşîkçî û serdana wan jî kirine.
BEŞÎKÇÎ Û SOKRATES DIDE BER HEV
Gurbuz, jiyan û berxwedana Beşîkçî bi jiyan û berxwedana gelek kesên wekî wî li ber xwe dane û di dîrokê de cihê xwe girtine re muqayese dike. Wekî ji navê berhemê diyar dibe bi taybetî jî bi jiyan û berxwedana Sokrates re.
Hema bibêje hemû kêliyên jiyana Beşikci di pirtûkê de hatiye vegotin, ji xwendevaniya wî, hevalên wî, salên wî yên Fakulteya Zanistên Siyasî û serpêhatiya wî ya li zanîngehê û xebatên wî yên derheq kurdan de... Tiştek ku herî zêde bala mirov dikişîne jî lîsteya hevalên Beşîkçî yên salên zanîngehê ye ku paşê hema bibêje gişan bi awayekî di rêveberî yan qada nivîskariya Tirkiyeyê de cih girtine.
LI FÛARA AMEDÊ YE
Pirtûk cara pêşî wê li Fûara Pirtûkan a Amedê derkeve pêşberî kesên eleqedar. Îbrahîm Gurbuz, Îsmaîl Beşîkçî û Celal Temel jî wê li fûarê bin. Di fûarê de hem bernameyeke Gurbuz hem bernameyeke Celal Temel heye. Her wiha ewê di maweya fûarê de, li standa Weqfa Îsmaîl Beşîkcî pirtûkên xwe îmze bikin.
*
*
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye. - twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1