Diyarname
Serokê Diyarbakirsporê Bedirhan Akyol ligel Serokê MHP'ya Amedê Miktat arslan îro çû serdana Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli.
Akyol formaya Diyarbakirsporê ya bi 21 nimre diyarî Bahçelî kir.
MHP'ê ji hesabê xwe yê X'ê fotoyên vê serdanê belav kirin.
Serokê Diyarbakirsporê Akyol li ser vê hevdîtinê gotiğe, "Me formaya tîma xwe diyarî Bahçeli kir. Ev jest nişan dide ku Diyarbakirspor ne tenê klûbeke sporê, di heman demê de parçeyeke çandî û civakî ya vî bajarî ye."
DIYARBAKIR SPOR, DIYARBEKIR SPOR, AMED SPOR
Ji bo yên nizanin: Li Amedê çend tîmên cuda yên fûtbolê hene. Bi rêzê timên fûtbolê rewşa wan ev e;
- Amed Spor di Lîga Yekemîn de dilîze, serokê wê Aziz Elaldi ye.
- Dûre Diyarbekîr Spor heye ku di Lîga 2'yemîn de dilîze, serokê wê Serkan Genç e.
- Û Diyarbakir Sporê ku niha mijara me ye, di Liga Amator a Herêmî de dilîze. Serokê wê Bedirhan Akyol e.
DÎROKA WAN
- Amedspor di sala 1990'î de hatiye avakirin. Şaredariya Amedê ew avakir. Navên wê yên berê bi rêzê DÎSKÎ bû, kirin Diyarbakir BB û herî dawî kirin Amed Spor.
- Diyarbekir spor 1977'an de hatiye avakirin. Berî destpêkirina serdema 2020-2021'ê biryar kir ku navê bike "Diyarbakir Futbol Kulubu". Lê Lijneya Raçavkirinê ya Tirkiyeyê bi sedema "Navê kulubeke bi navê Diyarbakir heye" ew nav qebûl nekir.
- Diyarbakir Spor di sala 1968'an de hatiye avakirin. Ew tîma ku salên 1980'yan de di Lîga Super de bû, ev tîm bû.


