Diyarname
Meclisa Avakar a Rojavayê Kurdistanê "Hevpeymana Civakî" bi gotineke din Zagona Bingehîn a Rojavayê Kurdistanê bi piraniya dengan qebûl kir.
Meclisa Çêkirina Qanûna Binehîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê îro ji bo nirxandin û erêkirina pêşnûmayên “Rengê Rêveberiyê", “Hevpeymana Civakî” û “Zagonên Hilbijartinê” li Amûdê civiya. Meclisê bi piraniya dengan “Hevpeymana Civakî” erê kir. Êdî Zagoneke Bingehîn a Rojavayê Kurdistanê heye.
Ji partiyên cur bi cur 52 kes beşdarî civînê bûn. Serokê Meclisa Avakar Evdilkerîm Omer di navbera civînê de agahî da çapemeniyê û got ku hevpeyman bi piraniya dengan hatiye qebûlkirin. Omer got ku ev hevpeyan dê ji bo hemû kantonê Rojavayê Kurdistanê derbas bibe.
(Agahiyên nû her ku bên emê ragihînin)