Diyarname
Derhênerê belgefîlman Çayan Demîrel çîrokek berxwedanê ye. Ew hê jî berxwe dide.
Çayan Demîrel di sala 1977'an de li Dêrsimê hatiye dinê. Wî di zanîngehê de beşa îktîsadê xwendiye. Raya giştî wî wekî belgefîlmkar dinase. Çîroka wî ya bi belgefîlman re di sala 2000'î de dest pê dike. Wê salê ligel derhêner Ozcan Alper belgefîlmê felsefekar Yilmaz Oner dikişîne û pêre êdî berê xwe dide belgefîlman.
Pêşî "38" kişand
Demîral di sala 2006'an de li ser komkujiya Dêrsimê belgefîlmê bi navê "38" dikişîne û bi vê balê dikişîne ser xwe. Dûre di sala 2009'an de li ser dema Derbeya 12'yê Rezbera 1980'yî ya Girtîgeha Amedê belgefîlmê bi navê "Girtîgeha Bi Nimreya 5'an" dikişîne. Di vê belgefîlmî de ligel şahidên wê demê diaxivin û arşîvek girîng saz dike. Dema di Festîvala Fîlman a Antalyayê de ew bi vî belgefîlmê xwe xelatê digire dibêje, "Ez vê xelatê diyarî Ceylana ku ji dêvla pêlîstokan bi bombeyan lîst dikim". Demîrel bi vê balê dikişîne ser Ceylan Onkola ku li Licê di encama bombeyekê de hatibû kuştin.
Nîşandayîna 'Bakur' betal kirin
Belgefîlmê wî yê dawî "Bakur" bû. Di sala 2014'an de Çayan Demîrel ligel Ertugrul Mavioglu belgefîlmê bi navê "Bakur" kişand. Belgefîlm girtin nava 34'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê lê li ser nivîsa Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê bi îdîaya "belgeya tescîlê nîn e" argonîzatorê festîvalê ÎKSV nîşandayîna belgefîlm betal kir. Li ser vê belgefîlmkar û fîlmên neteweyî wê salê ji festîvalê vekişiyan û wê salê nîşandayîn û pêşbaziya neteweyî ya fîlmên ji Tirkiyeyê çênebû.
Paşê dadgehên Tirkiyeyê der barê Bakur û derhênerên wê de doz vekir. Dadgehê di 18'ê tîrmeha 2019'an de 4 sal û 6 meh cezayê hepsê li her du derhêneran birî. Ligel ku demîral xwedî raporê sedî 99 astengbariyê ye jî heyata dadgehê guh neda vê û ceza birî. Niha doz li Dadgeha Îstînafê ye
Dilê wî sekinî
Çayan Demîrel di 18'ê adara 2015'an de ji nişke ve nexweş ket. Dilê Demirel sekinî, bi mehan li nexweşxaneyê ma û hê jî dermankirina wî didome.
Di sala 2019'an de hevalên Çayan Demîral li ser wî belgefîlmekî amade kirin. Belgefîlmê bi navê "Arkadaşimiz Çayan" (Hevalê me Çayan) qala jiyana wî û pêvajoya têkoşîna wî ya li dijî nexweşiyê nîşan dide.
Em Çayan Demîrel di "Portreya Mehê" de dikin mêvan û hêvî didin dê kurtedemê de baş bibe û dîsa dest bi xebata xwe ya belgefîlman bike.
Belgefîlmên Çayan Demîrel:
- "38" (2006)
- "5 Nolu Cezaevi" (2009)
-Dr. Şivan
- Bakur (2014)