Bazîd
Di çarçoveya festîvalê de li ser Ehmedê Xanî û Seîdê Kurdî paneleke li dar ket.
Di çarçoveya 8'emîn Festîvala Çand, Huner û Tûrîzmê ya Ehmedê Xanî de ku ji aliyê Şaredariya Bazîdê ve tê li dar xistin, paneleke jî hate li dar xistin.
Panela ku li ser Ehmedê Xanî û Seîdê Kurdî li Salona Civînê ya Perwerdehiya Neteweyî ya Bazîdê hat li dar xistin de bi moderatoriya Kawa Nemir li dar ket û Azad Zal, Hanifi Taşkin wekî axifger beşdar bûn.
Di panelê de li ser berhem û jiyana wan axaftin hatin kirin.
Xwendina helbestan
Piştî panelê vê carê çalakiya xwendina helbestan li dar ket. Helbestvan Îrfan Amîda û Berken Bereh bûn mêvanên çalakiyê û helbestên xwe pêşkêşî temaşevanan kirin.