Diyarname
Li 3 welatan bi serî lêdana gogê hat qedexekirin. Erê, biryarek balkêş e: Li Îngilistan, Skoçya û Bakurê Îrlandayê biryar hat girtin ku di antremanê fûtbolê de ji bo zarokên bin 12 salî bi serî lêdana gogê hat qedexekirin.
Li ser nexweşiya demansê ("xurifîn") lêkolÎnek hatiye kirin. Li gor lêkolîna ku li Skoçyayê par hatibû kirin lîstikvanên berê li gor mirovên din sê qat zêdetir bi nexweşiya mejî dikevin û ev yek dibe sedema mirina wan. Biryara hatiye girtin jî di vê çarçoveyê de hatiye girtin.
Federasyona fûtbolê ya van her sê welatan biryar girtine ku zarokên di navbera temenê 6-11'an de serî li gogê nedin, ji bo zarokên di navbera 12-16 salî de jî gav bi gav ev biryar dê bê girtin.


