Diyarname
Ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî li gelek cihan çalakî li dar ketin, yek ji van çalakiyan jî li Stenbolê bû. Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê bi beşdariya Samî Tan, Zana Farqînî û Miraz Ronî panelek li dar xist û rewşa ziman da nîqaş kirin.
Demek berê ji Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê pirtûka Samî Tan "Analîza Du Xebatên Destpêkî yên Rêzimana Kurmancî", pirtûka Zana Farqînî "Lêker û Rastnivîsîna Wan" û pirtûka Miraz Ronî "Xebatên Rewşenbîriya Kurdî li Bakur" derketibû. Di vê Roja Zimanê Zikmakî de Enstîtuyê ji bo van her sê nivîskarên xwe ku her sê jî bi salan xebata Serokatî û Rêveberiya Entîtuyê girtibûn ser milên xwe panelek organîze kir. Panel bi sernavê "Aktîvîzma zimanî li ba kurdan" li Salona Odeya Tabîban a li Cagalogluya Stenbolê li dar ket. Hevseroka Pena Kurd Eslîxan Yildirim, Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyup Şûbaşi, siyasetmedar Fuat Onen, dengbêj Sebriyê Agirî, rojnameger Salihê Kevirbirî, Cemîl Oguz û bi ser sed kesî re temaşevan di panelê de amede bûn. Di panela ku Remziye Alparslan bi rê ve bir de pêşî Tan axivî.
'Ji destpêka 2000'an ve ziman bû qada xweser'
Tan diyar kir ku ji Ehmedê Xanî heta niha ziman wekî pêvajoyek têkoşîna neteweyî domandiye û diyar kir ku aktîvîzma ziman tiştek nû ye ku ev yek bi xebata daxwaznameyan a ku xwendekarên zanîngehê dabû dest pê kirin, derket holê. Tan qala xebata xwendekarên ku di destpêka salên 2000'î de bi daxwaznameyan daxwaza perwerdehiya kurdî kirin kir. Samî Tan wisa got: "Wê demê êdî xebatên ziman wekî qadek xweser derket holê. Xwendekaran ev da dest pê kirin, paşê Qursên Ziman ên ku wê demê bi awayekî fermî hatin vekirin, dûre xebata Koma Hawara Kurdî ku bi piranî li Stenbolê ji aliyê mamosteyan ve hat dest pê kirin, û dûre TZPKurdî vebû. Bi van xebatan ziman xweser bû lê siyasetê her xwest wê bigire bin banê xwe. Siyasetê nehişt ew wekî qadek xweser tevbigere. Dewletê jî xwest bingeha vê xebatê vala bike."
Tan mînaka Kurdî-Deran ku li gelek bajaran hatibûn vekirin da, wî ew wekî mînakek baş dît û gotin anî ser xebata îro ya Tora Zimanê Kurdî.
'Zarok dikarin 7-8 zimanan jî bi hev re hîn bibin'
Paşê Zana Farqînî gotin girt û qala sê helwestan kir. Yek ji wan di têkoşîna neteweyî de rewşa ziman e ku Farqînî bal kişand ser salên 60'î ku çepgiran hemû gotarên xwe bi tirkî weşandin û digotin ziman ne muhîm e. Farqînî wisa got: "Hûn xebata xwe çawa dikin, ji bo çi dikin bikin lê bi ziman bikin, bi kurdî bikin." Farqînî bal kişand ser katalanî û baskiyan û got ku katalaniyan ziman parast ji bo wê têkoşiyan lê baskî wekî me, yan jî em wekî wan, me guh neda ziman.
Farqînî li ser anketên ku dema dawî li ser ziman hatine sekînî û got: "Ev anket nîşan didin ku her ku asta xwendinê zêde dibe, her ku aboriya kesan baş dibe ji ziman dûr dikevin, asîmîle zêde dibe. Her diçe asta bikaranîna ziman kêm dibe, em dê û bav di parastina ziman de ne serketî ne."
Farqînî qala mînaka galisyayiyan kir ku yek ji wan gotibû, "zimanê biyanî bê destûra min divê nekeve nav mala min" lê em wisa nakin, li nav malê jî tirkî xeber didin û em dibêjin 'mezin bibe dê di dibistanê de zehmetî bikişîne' na, hatiye çespandin ku zarok dikarin heta 7-8 zimanan jî bi hev re hîn bibin.
'Zimanê sîyemîn dikare serdestiya tirkî bişkîne'
Miraz Ronî ji destpêka sedsala 20'î ve dest bi meseleyê kir, diyar kir ku wê demê kurdan hin xebat ji bo ziman kirin lê dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn hat her tişt tevlihev bû, tiştên hatibûn kirin jî di nav arşîvan de ma heta salên 90'î. Ronî diyar kir ku oldaran bi ummetî, çepgiran jî bi îdeolojî xebata xwe kirin, qîmet nedan netewebûnê û ziman.
Miraz Ronî diyar kir ku piştî salên 2000'î xebatên serbixwe çêbûn û li ser divê çawa ji serdestiya zimanê tirkî rizgar bibin jî wisa got: "Divê zarokên me bi zimanê dinyayê bizanibin yan na dê bibêjin qey tirkî li dinyayê ya muhîm e. Loma kurd divê miheqeq bi 3 zimanan bizanibin. Ez qala Bakur dikim. Bi zimanê ji bilî kurdî û tirkî, bi zimanê sêyemîn dê bikaribin serdestiya tirkî bê şikandin."
Di dawiyê de Ronî got ku dema gazin û lavayan nemaye, bi gazin û lavayan em nikarin rizgar bibin û xwest ku li çareyan bê gerîn.
Piştî panelê her sêyan pirtûkên xwe îmze kirin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Hin çalakiyên ji bo Roja Zimanê Zikmakî