Diyarname
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (Med-Der), Komeleya Berdevkî ya Lêkolîna Çand, Dîrok û Wêjeyê (SOZDER) û Komeleya Wêjekarên Kurd bi hev re li Dêrika Çiyayê Mazî panelek organize kir. Di panela ku ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat organîzekirin de moderatoriya wê nivîskar Eyub Guven kir û nivîskar Hogir Berbir wekî axifger beşdar bû.
Hevşaredarên Dêrikê Songul Ozbehçecî û Cengîz Temelî, rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê, nivîskar Sabrî Vûral û gelek hemwelatiyên ji Dêrikê beşdarî panelê bûn.
Panel bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên canê xwe ji dest dane dest pê kir. Hogir Berbir ku dest bi axaftina xwe kir, li ser Cejna Zimanê Kurdî, girîngiya kovara Hawarê di afirandina ziman û çawaniya pêşketina wê bi geşedana zimanî re de sekinî.
NIVÎSÊN CIHÊRENG
Berbir got, "Ji wê rojê ve kovara Hewarê di dîroka weşangeriya kurdî de dibe xwedî cihekî girîng" û wiha dom kir, "Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbest, nivîsên bijartî yên cihêreng hatine weşandin û di warê tîpguhêzî, rêziman, ferheng û rewşenbîriya kurdî de şoreşeke nû bû ku nivîsên ji xeynî wêjeyê û dûrî siyasetê, bû şîwanek ku di wê demê gelek kesên navdar di bin banê wê de cih bigirin, teşe girt."
'EM BÊHTIR LI ZIMAN XWEDÎ DERKEVIN'
Nivîskar Hogir Berbir got ku rûpelên Hawarê ji kesên ku xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bikin vekirî bû û wiha dom kir, "Em kurd îro bi saya wan, bi serkêşiya Bedirxaniyan îro ziman hatiye parastin, ji zimanê xwe hez dikin û pê dinivîsin. Bi vê boneyê îro wekî roja cejna zimanê kurdî pîroz dikin. Bi pîroz kirinê re pêwîst e em zimanê zikmakî di nava qalibê pîrozbahiyê de nefetisînin û vê rojê bikin hincet ku hîn bêhtir li ziman xwedî derkevin û her dem û her warî bikin qada zimanê kurdî. Bi vî awayî em ê karibin teşeyê bidin Kovara Hawarê, lê xwedî derkevin û karibin vê rojê pîroz bikin."
Piştî panelê Berbir ji bo Cejna Zimanê Kurdî dîwana xwe ya helbestan "Zîndanname" li kesên ku beşdar bûbûn belav kir.