Henîfe Hisên
Di van êriÅŸên li QamiÅŸloyê de careke din hat nîÅŸandan ku ji bilî xurtkirina têkoÅŸînê û rexistinkirina civakê rêyeke din tune ye. TêkoÅŸîna me û rêxistinbûyîna me her tiÅŸtî diyar dike.
Ev êrîÅŸên Rejîmê yên li dijî QamiÅŸlo ne tiÅŸtekî nû ne. Di rastiya xwe de Rejîm û gelê Kurd ji berê ve ji hev ne rehet in. Dîrokek vê heye û tê zanîn. Zexta Rejîmê li ser Kurdan bi wî rengî ye ku mînakên wê li dinyayê kêm in.
Rejîma Sûrî hertim Kurd red kirine û heta nasnameya xwe jî nedaye wan. Li beramberî vê yekê Kurdan jî tu carî serê xwe netewandiye. Li gorî ÅŸert û zirûfên heyî xwedî helwest bûye û hewl daye xwe birêxistin bike.
Ji bo civaka Rojavayê Kurdistanê hebûna Rêber Apo ya 18 salan li Rojava girîng bû. Bû sedem ku di civakê de guhertinê pêk bîne. Kengî ku derfet çêbû gelê Kurd ÅžoreÅŸa Rojava pêk anî. Rejîma Sûrî tu caran nekarî vê qebûl bike. Ev jî ji ber karakterê wê yê netewe dewletê ye. Di wexta xwe ya herî tengav de jî mafên gelê Kurd û statuya gelê Kurd qebûl nekir.
PiÅŸtî ku Rûsyayê hêzên xwe ÅŸandin Sûriyê, Rejîmê hinekî ji hebûna Rûsyayê moral wergirt. Esas, ev jî ne tiÅŸtekî rast e. Ev çi dewlet e ku tenê li ser herêmekê otorîteya wê heye, lê belê, li piraniya Sûriyeyê otorîteya wê tune ye.
Her çiqas hewesa wan weke berê li Sûriyeyê hakim be jî ev ne mumkin e. Ev tenê xewn û xeyalek e. Xwestin xwe biceribînin û li QamiÅŸloyê hêza xwe diyar bikin. Ketin wê xewn û xeyalê ku bi hêza Rûsyayê careke din Rejîmeke navendî ava bikin. Ev yek ne mumkin e û ji kêmaqiliya wan diqewime. Her wiha Rûsya li hemberî Kurdan çiqasî bi Rejîmê re ye jî, ne diyar e. Rûsya li hemberî Îtilafê ye, ne li hemberî Kurdan e.
Wek çawa ku mirîÅŸka birçî xwe di embara gilgil de dibîne, Rejîma Sûrî jî xewn û xeyalan dibîne. Ji niha û pê ve ne mumkin e ku Rejîm weke berê be. Gelê Kurd gihîÅŸtiye astekê û bi berxwedana xwe ev nîÅŸanî dost û dijmin jî da. Ne mumkin e ku Rejîm li hemberî gelê Kurd encamê wergire. Ji vir û ÅŸûn ve Rejîm hewl bide ku otorîteya xwe nîÅŸan bide, ew ê neyê qebûlkirin. ÊriÅŸ hebe, ew ê hîn zêdetir bê bersivandin.
Di van êriÅŸan de careke din ENKS’ê xayintiya xwe nîÅŸan da. Ev êriÅŸên li dijî gelê Kurd weke êriÅŸên Dîfai Wetenî (Parastina NiÅŸtimanî) yên li dijî PYD’ê, bi nav kir. Ev yek nîÅŸan dide ka çiqasî ji kurdîtiyê dûr û heta qirika xwe di nava xayîntiyê de ye. Ji ber vê jî ne tenê rêxistina TEV-DEM’ê yan jî rêveberiya Rojava, pêwîst e her kesên azadîxwaz ji ENKS’ê bipirsin tu kî yî û tu çima vê xayintiyê dikî? Jixwe di nava gel de weke hêzek xayîn hatiye îlankirin. Divê tu kes silavê jî nede wan û wan ji xwe dûr bixin. Ji ber ku di biryara Komkujiya Åžêxmeqsûd û van êriÅŸan de tiliya wan heye. Êdî ew nikarin rûyê xwe veÅŸêrin. Jixwe, ENKS jî nemaye. Çend kesên ku bi pereyan xwe firotine, dixwazin astengiyê derxin. Tu îrade û hêza wan tune ye. Eger kêmek mirovahî û kurdîtî di wan de hebe, bila hema ne rojeke dereng, îro ji koalîsyona îtîlafê derkevin. Cihê xwe ne li cem hêzên ku biryara komkujiya Kurdan didin bigirin, werin li cem gelê Kurd cih bigirin.
Tu hêviya Kurdan ji Koalîsyonê (Itîlafê) jî tune ye. Çavên gelê Kurd ne li Koalîsyonê û Cenevre ne. Durûtiyeke çawa dikin, xuya dibe. Riya yekane ya çareseriyê xurtkirina têkoÅŸînê û rêxistinbûna xwe ye. Tu çiqasî xwedî hêz bî, ewqasî tu dikarî encamê bigirî. Ya pêwist ew e ku mirov karibe bi aqilane hêza xwe bi kar bîne!
25.04.2016, Yenî Ozgur Polîtîka