Diyarname
Nava hefteyê bi sedan zarokên dibistanan tevî mamosteyên xwe berê xwe dan Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP'ê. Hinan li pirtûkan mêze kir, hinan pirtûk bi nivîskarên wan dan îmzekirin, hinan li standan li dûrbînan mêze kir, hin ketin nav rûpelên pirtûkan û têde winda bûn.
Û gelek zarok jî di beşa pêlîstokên zarokan a TUYAP'ê de lîstik lîstin. Digel zarokên ku ketibûn nav pirtûkan, herhal herî zêde jî zarokan li vê derê kêf kir. Yên ku bi kişikên dilîstin, yên ku wêne boyax dikirin, û yên ku ketibûn dû lîstikên cur bi cur...
Û dema westiyan bêyî bipirsin ev çi der e, ji bo rûniştinê dibe yan nabe; xwe avêtin erdê
Vane wêneyê ji rojeke zarokên li TUYAP'ê:
Ji bo wêneyan li Foto-Galerî binêrin: Li TUYAP'ê kêf kêfa zarokan bû
Foto: Cemil Oguz
**
Nûçeyên eleqedar:
- Li TUYAP'ê jî wê zimanê xwe winda neke!
- Nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin
- Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP vebû
- Abbas Welî li ser "Xweserî"yê dipeyive


