Diyarname
Nivîskar û profesor Abbas Valî di Fûara “Nasnameya kurdî, demokrasî û xweserî” konferansekê bide. Konferansa ku Weşanên Avesta li dar dixe 4'ê meha pêşiya me li dar dikeve.
Îsal Fûara Pirtûkan a Stenbolê TUYAP 29'emîn car deriyên xwe ji bo mêvanan vedike. Fûara ku 30'ê vê mehê li dar dikeve heta 7'ê meha pêşiya me li dar e.
Di nav çalakiyên fûarê de çalakiyên ku weşanên kurdan li dar dixin jî hene. Yek ji wan konferansa prof. Abbas Welî ye ku Weşanên Avestayê li dar dixe.
Prof. Welî heta niha li ser kurdan gelek pirtûk nivîsandine. Welî niha li Stenbolê, di Zanîneha Bogazîçî beşa Sosyolojiyê de proferotê Teoriya Siyasî û Civaka Modern e. Wî, di navbera salên 2006-2008'an de wekî yekemîn rektorê Zanîngeha Hewlêrê kar kir. Berî vê xebatê li Swanseayê di Zanîngeha Galler de, dersên Teoriya Siyasî û Siyaseta Hemdema Rojhilata Navîn dida. Li Tirkiyeyê çend pirtûkên wî ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatine wergerandin û hatine weşandin.
Welî niha bi konferansekê li TUYAP'ê dê derkeve pêşberî beşdaran. Di konferansa ku 4'ê meha pêşiya me saet 18.15-19.15'an de li Buyuk Salonê wê Welî li ser nasnameya kurdî, demokrasî û xwesiriyê biaxive.


