Diyarname
Mijara sereke ya kurdan di van demên dawî de meseleya statuyê ye. Mebûsê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar li Stenbolê di panela "Di çarçoveya mafên mirovan de Zagona Bingehîn û Pergala Serokdewletî" axivî û got: "Meseleya xendekan meselek gelek kûr e. Kurd bi salan e dibêjin êdî bêstatu najîn. Kesî guh neda vê. Ev daxwaz êdî hat pêÅŸiya her kesî. HDP ji bo hemû Tirkiyeyê xweseriya demokratîk dixwaze. Kurd dê dest ji daxwaza xwe ya statuyê bernedin. Ger ji bo hemû Tirkiyeyê fikra xweserî pêÅŸnekeve, ÅŸer berdewam bibe xweserî dê tenê ji bo kurdan bikeve rojevê..."
Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Åžaxa Stenbolê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li Salt Galataya Stenbolê panel li dar xist. Panela ku parêzer Ercan Kanar moderatoriya wê kir, Mebûs Sancar, mebûsa berê ya CHP'ê Melda Okur û Hîndekara Zanîngeha Bîlgî ya BeÅŸa Hiqûqê Doç.Dr. Zulfiye Yilmaz wekî axifger bexdar bûn.
Sancar got ku Zagona Bingehîn a nû ger pirsgirêka kurd a ku ji avakirina Komara Tirkiyeyê ve heye çareser neke tu wateya wê nîn e.