Diyarname
Nivîskar û lêkolînerê kurd Torî vê serê sibê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Kemal Işik ku bi navê Torî tê nasîn ku gelek kurd jî jêre digotin Apê Torî xatir ji me xwest. Apê Torî li Nexweşxaneya Vatanê ya Stenbolê ev demekê bû ku dihat dermankirin. Cenazeya Apê Torî sibê (19'ê mehê) dê bibin Mêrdînê.
Torî, di sala 1931'ê de li herêma Torî, li Midyadê hatiye dinê. Wî dibistana seretayî li bajarê xwe, dibistana mamostayiyê jî li bajarê Erxeniyê di Dicle Koy Enstîtusû de xwendiye. Wî piştî xilaskirina dibistanê mamostetî kiriye
Wî di dema mamostetiya xwe de dest bi nivîsandina çîrokan kiriye. Hin ji pirtûkên wî yên çîrokan bi navê "Qolinc", "Şîlan", "Mendik" hatine weşandin.
Torî her ku çû zêdetir bala xwe da ser dîroka kurdan û di vî warî de lêkolîn kir. Di encama van lêkolînan de çend pirtûk li ser dîroka kurdan bi tirkî nivîsîn.
Yek ji xebata Torî ya girîng jî ferhenga wî ya Kurdî-Tirkî,Tirkî-Kurdî ye.
Hin ji berhemên Torî ev in:
- Ferhenga Kurdî-Tirkî,Tirkî-Kurdî
- Mendik
- Şîlan
- Qolinc
- Tarihselden Guncele Kurt Gerçegi

- Kurtlerin Ortaçag ve Yeniçag Tarihi
- Bir Kurt Duşuncesi Yezidilik ve Yezidiler
- Kurt Kultur Tarihi
- Unlu Kurt Bilgin ve Birinci Kuşak Aydinlari
- Anadolu Kulturunde Kurt Etkisi
- Kurtlerin İlkçag Tarihi
- Kurtlerin Din Kulutru Tarihi
- Aşiretten Millit Olma Yapilanmasinda Kurtler


