logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Vebeyîna 'Nexşên Li Giyan'

Hebûn an nebûn, êş, estetîzekirina êşê, meş, windabûn, wêrekî, tunebûna fizîkî û afirandina hebûneke ruhî/giyanî… Nivîsa

  • Dîrok: 18/05/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Sîdar JÎR

Hebûn an nebûn, êş, estetîzekirina êşê, meş, windabûn, wêrekî, tunebûna fizîkî û afirandina hebûneke ruhî/giyanî… Nivîsandina nexş û şopên li welatekî, vebeyîna hebûneke giyanî… Romana Dilawer Zeraq a bi navê “Nexşên Li Giyan”  berê xwîneran dide ser şopa yên bi birînên xwe hewl dane hebûneke dilzîz li vê xakê biafirînin.

Ne tenê di edebiyatê de, her wiha di hemû qadên jiyanê de nîşaneya masûmiyetê bêguman zarok û zarokatî ye. Romanivîskar ev yek gelekî xweş zeft kiriye û di beşên pêşîn ê pirtûkê de, gelekî bi zanayî di ser zarokan re mijar vegotiye. Ji henek û yariyên zarokane ku dirûv dide lîstikên wan ên ku wan zarokan ji bo jiyaneke di nav de winda nebin amade dike. Zarokên li taxa xwe bi henek û laqirdiyan dema xwe diborînin, bi demê re dibin xwedî biryar, dibin heval û hevrê û ew zarok bi xwe ne yên dibin nexşeke şîrîn û di heman demê de jî dibin bîr û bîranîneke deşt û çiya û li bajaran vedibeye…

Ev roman bi eslê xwe ku mirov ji aliyê civakî ve lê binêre, vebeyîna rihê hevaltî û hevrêtiyeke mayînde li ber me radixe. Berovajîkirina gelek dijberî û nakokiyên di nav civaka me de di ser wê hevrêtiyê re, bi giyanên wan zarokên ku bûne keç û xortên cengawer û gelekî bi rehetî şop li jiyana civakê hiştine û êdî civakê bi rengekî henûn, dirûvekî nerm vediguhezînin û dibin nexşeke xweş a jiyana me…

Tirsa zarokatiyê ya lîstikan, windakirina lîstikan, rewşên ne bi dilê zarokên vî welatî bi demê re dibe hesteke xurt a hevrêtiyê ya avakirin û veavakirina jiyaneke dîtir ku hebûn û tunebûna wan û civaka wan bi benikekî xav bi hev ve girêdayî ne… Ew ne li gorî dilê civakê be civak giran tê, civak hay ji wan tunebe ew giran tên û ew benik di cih de diqete û her du alî jî têk diçin, winda dibin. Hostetî û konetiya lehengên Dilawer Zeraq di wir de xuya dibe, wekî canbaz û pêlewanan bi liberxwedana veavakirina civakeke xweştir û jiyaneke nûtir wî benikê di navbera xwe û civaka xwe de qeîmtir dikin.

Ya ku wan dikin “Nexşên Li Giyan” jî ew heza û hunera wan a bi lehengî ye. Em di rûpelê 81’ê de (Beşa –“Bîryarî-II”) li vê hevokê ras tên; “Di dema xweavakirinê de, çelengên jiyanê rabûn; û dan dû şopa şop û mesîla ava rabûyî; wan qaqibo li jiyana ku bi dengê tirsê, bi dengê mirinê, xwedî dibû kir; û wan doza bilindayîyê li çiyayan kir.”

Dilawer Zeraq, bi hişekî zelal û bi pênûseke hayjixwehey nexşên gelekî şîrîn ên giyanên lehengên bayê, berxikên çiyayên bi qasî sirûdan bilind û ji jiyanê re dibêjin QAQIBO(!) wekî lewheyek ji serdemên dêrîn pêşkêşî xwîneran dike.

Dilopek jî be bi pênûsa Dilawer Zeraq em lê hay dibin ku giyanên zarokên şêrgele yên welatekî bi tirsê hatibû şûştin çawa civakekê ji tirsê dişon û her yek dibe nexşek li dilê zarokên nifşên piştî xwe…

Ma ne edebiyat, bi taybetî jî roman amûreke veavakirina civakê ye? Heger roman bi hişekî zelal û bi bîreke xurt were nivîsandin, bêguman di vî warî de amûreke xurt e.

Meşa di nav romanê de û lêvegerên bi hemdê xwe rê dide me ku em piştî xwendinê xwe têxin şûna Menîce, Arya, Şêrcan, Memo, Sevdîn, Şîro, Rewşen, Rizgan, Siyabend, Xebat, Zerya û hemû lehengên romanê û pirsyara hebûn, tunebûn û windabûna xwe bikin û derî li welatê  êşa xwe vekin.

- Nexşên Li Giyan-Sêyîneya Winda-3 / Dilawer Zeraq / Weşanên Lîs / 2014 / Roman

Ji rojnameya Xwebûnê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Sabirsizlik Zamani’, ‘Bariş Akarsu’ û yên din

ad

‘Hişê çêkirî hê ehmeq e’

ad

Duhokspor di Kûpaya Iraqê de bi ser ket

ad

Xelk wisa dike: Piştî 105 salan xwedî li gora xwe derketin

ad

Barzanî û Karayilan li hev civiyan

ad

Sezen Aksu mêvana Festîvala Mûnzûrê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname