logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Notên ji Newroza Stenbolê

Di Newroza Stenbolê de mîlyon kes amade bû. Vane notên ji Newroza Stenbolê:

  • Dîrok: 23/03/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Di Newroza Stenbolê de mîlyon kes amade bû. Vane notên ji Newroza Stenbolê:

- Ji serê sibê de, ji hemû navçeyên Stenbolê gel bi erebeyan berê xwe da Kazliçeşmeya Zeytinburnuyê ku her sal Newroz li wir tê pîrozkirin.

- Ji navenda Topkapi heta qadê ji mirovan rê li erebeyan hat girtin. Gel ji wir heta qadê meşiya.

- Ji salên borî cudatir yên dihatin qadê, ji tijebûna qadê şaşwaz dibûn. Ji bilî qadê ku êdî cih lê tune bû, li dora qadê aliyê behrê jî, aliyên din jî mirov tije bûn. Ev nêzî deh salan e li Stenbolê, li Kazliçeşmeyê Newroz tê pîrozkirin, lê heta niha Newroza Stenbolê ew qas mirov li ser hev nedîtibûn. Bi gotineke din Stenbolê rekora xwe şikand; bi ew qas girseyê silav li Amedê jî kir.

- Ji her sal zêdetir û cudatir gelek alên PKK'ê, BDP, HDP û posterên Ocalan hebûn. Ji alan êdî mirov nedixiyan. Demirtaş ku hat ser dikê got: "Ez dawiya qadê, ez we nabînim. Ka alên xwe daxin, dest bilind bikin, ez we bibînim." Her kesî al daxistin û bi tiliyên serketinê dest bilind kirin. Û dûre helbet çepikan coş bilind kir.

- Li platformê wêneyê Ocalan, Mazlum Dogan, Mahir Çayan, Deniz Gezmiş, İbrahim Kaypakkaya, Kemal Pir û Rahşan Demirel hatibû daqilandin. Her wiha pankarta li ser gotina HPG "Yan muzakere, yan şer" nivîsandibû daliqandibûn.

- Bi têra xwe alên YPG'ê hebûn û her ku peyva Rojava derbas dibû, coş jî pêre bilind dibû. Her cure al hebûn.

- Jinên kurd wekî her gavê bi kincên xwe yên gelêrî reng dan qadê.

- Firoşkaran li dora qadê ji benên kesk û sor û zer bigire, heta tîşortên li ser Kurdistan nivîsandî, gelek tişt difrotin. Banga firotinê jî balkêş bû. Yek ji wan ku av difirot wisa bang dikir: "Werin avê, ava Kurdistanê, ava Batmanê, Entabê..."


- Rêxistina Bagcilara Stenbolê ya BDP'ê standên xwarinê (kofte, doner, çay û hwd.) vekiribû. Ev yek tiştek baş bû. Ji bo aboriya rêxistinê jî. 

- Ji Hevserokê BDP'ê yên Stenbolê Arife Çinar bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi tirkî dom kir, Hevserokê din Emrullah Bingol tenê bi kurdî û bi coş axaftin kir.


- Piraniya gel telefonên wan di dest de û foto dikişandin.


- Yekî porê xwe wekî kumika dîkan bilind kiribû, rûyê xwe bi rengên kesk û sor û zer boye kiribû û tîşortek Ocalan li xwe kiribû li qadê bû. Gelek kes diçû pêre wêne dikişand. 

- Nameya Ocalan ku di Newroza Amedê de hatibû xwendin, li Stenbolê jî bi kurdî û tirkî hat xwendin.

- Li gelek cihên qadê stand hatibûn vekirin û ji bo azadiya Ocalan îmze dihatin berhevkirin.

- Berendama Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Pinar Aydinlar kincên gelêrî yên kurdan li xwe kiribûn û wisa axivî. Berendamên din Sirri Sureyya Onder bi çepikên mezin derket ser dikê, li gel mêze kir, girseya Stenbolê û Amedê da ber hev got; "Ma hûn mecbûr bûn Amedê mehcûb bikin. Ev çi qelebalix e, ev çi coş e."

- Ew qas coş zêde bûn, gel ew pas ber bi platformê ve diçûn û rayedaran jî nedikarîn pêşî bigirin, yek ji berpirsan ji ser dikê wisa bang kir: "Ji bo xatirê Ocalan gavek bi paş ve herin, em nikarin bernameyê bidomînin."

- Gel ji bo Rojava her bi diruşm û çepikan li ser piyan bûn. Diruşmên "Rojava dimeşe, erd û ezman diheje", "YPG dimeşe, erd û ezman diheje" bilind kirin.

- Sirri Sureyya Onder jî di axaftina xwe de bal kişand ser Rojava û got: "Li Rojava kurd ne ji bo kesî, yekem car ji bo xwe têdikoşin. Yên dij derdikevin vê yekê fêm nakin."

- Di dema axaftina Onder de gel diruşma "Bijî Serok Apo", "Silav, silav hezar silav ji bo Îmralî" bilind kir, Onder wisa bersiv da: "Silavên we ser çavan. Di hevdîtina yekemîn de ezê silavên we, tevî wê coşa we ragihînim."

- Heyeta ji Rojava ku hatibû jî di mîtînga Newrozê de cihê xwe girt. Serokê Kantona Cizîrî Ekrem Huso axaftineke kir û got: Dê xweseriya me pirsgirêka kurdan, ereban, suryanan çareser bike. Em bi hêvî ne dê gelê me yê Bakur jî xweseriya xwe ava û îlan bikin. Em hêvî dikin Newroza 2014'an bibe Newroza yekîtiya kurdan li çar parçeyan. Îro çar parçe li serketina li Bakur dinêrin, li benda serketina Bakur in. Serketina Bakur dê bibe serketina Rojava jî. Ev Newroz, Newroza Abdullah Ocalan e.

- Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî axivî û got ku emê zaliman ligel zilma wan di sindoqan de bifetisînin. Ji ber vê yekê li her derê gelê me bi heyecan li benda 30'ê adarê ye.

Demirtaş rexne li TRT'ê ku bi baca gel weşanê dike lê cih nade mîlyonan jî kir û xwest midûrê TRT'ê îstîfa bike. Demirtaş rexne li çapemeniya tirkan a navendî jî kir ku cih nadin wan û got: Ew cih nedin jî Stêrk TV'yê me heye. Em sipasiyên xwe ji bo Stêrk TV, İMC, Hayat Tv, û endamên çapemeniyê yên din dikin.

- Piştî Newrozê di rûyê her kesî de coşek, serketinek hebû. Kêfxweşiya piraniya gel, tijebûna qadê her kes kêfxweş kiribû. Kurdên Stenbolê bi vê kêfxweşiyê vegeriyan malên xwe.

 

***

 

Nûçeya eleqedar: 

 

- Bi wêneyan Newroza Stenbolê ya 2014'an 


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Polîsan bi ser avahiya DBP'a Amedê de girtin (hat nûkirin)

ad

Vaye dewlemendê dinyayê

ad

Ji bo me nivîskarên kurmanc divê qible nivîsandina zêde be

ad

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

ad

Ji Amed, Wan, Batman û Stenbolê lîstikên şanoyê li Amedê ne

ad

Gola Wanê di talûkeyê de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname