Diyarname
Helbestvan û rojnameger Mewlûd Oguz bi navê "Lîrîka Berbangê" pirtûka xwe ya pêşî, ya helbestê derxist. Pirtûk ji Weşanxaneyê Avestayê çap bû.
"Lîrîka Berbangê" ji 80 rûpelan pêk tê. Helbestvan Berken Bereh li ser Lîrîka Berbangê dibêje: “Mewlûd Oguz, bi ferhengeke henûn, dengekî aram û nerm û bi hizra xwe ya ku wekî şekirê çayê têkelî ristan bûye, mizgîniya şairekî ji me û xweser û resen radigihîne me; bi kêrên porê xwe, lîrika berbangê, bîstanê stêran, şekirsêvekê, berberoya di rukûyê de, lêkereke kesk, hokereke sor, helwesteke pola, desthilata saadetê û hwd. ew hêma û lihevanînên vê rastiyê ne. Lîrîka Berbangê, çi civakî, çi takekesî, rengê coş û peroşiya me ye. Min bi tahm û zewqeke xweş şirên di vê pirtûkê de xwendin. ‘Pêjna lingê şairekî baş’ ji wan tê…”

Mewlûd Oguz kî ye?
Helbestvan, rojnameger û wergêrê sondxwarî yê kurdî Mewlûd Oguk li Heskîfa Batmanê hatiye dinê. Helbestên wî di Pêngav, Çirûsk, W, Nûbihar, Bar Helbest û kovarên din de hatine weşandin. Edîtoriya kovara muzîkê ya bi navê Ziryab kiriye. Her wiha wekî edîtor, peyamnêr, wergêr û berpirsiyarê ragihandin û medyayê kar kiriye.
Oguz ji 2022'yan ve li zanîngeheke taybet li Stenbolê dersên kurdî dide. Ew endamê Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), Komeleya Mafê Mirovan (IHD) û PENa Kurd e. Lîrîka Berbangê dîwana wî ya ewil e.


