Diyarname
Di Tûra 2'yemîn a Kûpaya Tirkiyeyê de tîma Dêrsim Spor li hemberî tîma Enqereyê Gençlerbirligi bi 7-0 têk çû.
Dêrsimspor di Koma 1'em a Lîga Herêmî ya Amatoran de dilîze. Dêrsimspor di sala 2009'an de bi Serokatiya Rûmetê yê Waliyê Dêrsimê Mustafa Taşkesen hat avakirin û tîm di Lîga Amator de dilîze. Di Kûpaya Tirkiyeyê de bajarên ku tîmên wan di Lîgên Profesyonel (Lîga 1'em, 2'yem û 3'yem) de nîn bin, ji Lîga Amatoran wan dixin Tûra Yekemîn a Kûpayê. Dêrsimspor jî bi vî awayî di Tûra Yekem a Kûpayê de cih girt. Dersîmspor di Tûra Yekem de bi Erzincansporê (ew jî tîmeke amator e) re lîstibû. Di vê maçê de Dêrsimspor bi 4-3 bi ser ketibû û derbasî Tûra 2'yem bûbû. Di Tûra Duyem de tîmek mezin, tîma Lîga 1'emîn Gençlerbirligi (Tîma Enqereyê) bû reqîbê Dêrsimsporê. Di maça ku îro hat lîstin de Dêrsimspor bi 7-0 têk çû.
Di maça din a kûpayê de jî Beşiktaşê Nîgdespor bi 2-1 têk bir û derbasî tûreke din bû.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Pişkeya Tûra 2'yem a Kûpaya Tirkiyeyê çêbû
- Diyarbekir BB derbasî 'Tûra 2'yemîn' bû
- Tîmên kurdan jî beşdarî Kûpaya Tirkiyeyê dibin