Diyarname
Fanzîna li ser fotografiyê bi kurdî dertê bi hejmara xwe ya vê mehê ya 10'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Di vê hejmarê de Ziya Şeker di ser fotografên li aşxaneyekê re li dû "Şopa Bîranînên Mat" nivîsiye, Rewşen Ercan li Xarpêtê kêlîyeke "Sê Pepûkên Xemgîn" girtiye dest.
Dilxwaz Aslan kadraj biriye ber guherîna Nisêbînê û "Qedera Dojehî" nivîsîye.
Mewlûd Oguz, bi fotografekî Harun Elkî qala "Nasnameya Qîrînekî" kiriye.
Aynur Çile şiîr û fotografê rê di "Rêşikestî" de civandîye.
Pınar Yildiz, li Qerecdaxê guh daye ser jineke gotiye "Niha Dinya Xweş Bûye"
Firat Keklîk bi Ecem û Kurdekî bal kişandiye ser "Zimanê Kalbûnê"
Di berga paşî ya fanzînê de bi navê "Agirbest" fotografekî Berzê heye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
flashhilat@gmail.com