Diyarname
Kovara denûnînasiyê ya bi kurdî 'Psychology Kurdî' bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di hejmara xwe ya 9'an de meseleya "Jin û derûniya jinê" girtiye dest.
'Psychology Kurdî her çar mehan carek derdikeve. Bi derengî be jî hejmara xwe ya nû pêşkêş kir. Ev hemjara ku li gor mehên gulan-pûşper-tîrmen-gelawêja 2019'an hatiye amade kirin niha gihîşt ber destê xwendevanan. Di vê hejmara kovarê de mijara bingehîn li ser jinan e. Şîdeta li dijî jinan, travma, çand, zewaca di temenê zarokatiyê de û mijarên bi vî rengî girtiye dest.
Di vê çarçoveyê de nivîsa Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi sernavê “Derûniya Şidetê, Trawma û Çand” ku Abdulsıttar Özmen ji îngilîzî wergerandiye hatiye weşandin. Dr. Azad DILDAR jî bi nivîsa xwe “Derûniya Jinan di Civaka Pederşahî de” cih girtiye. Mihemed Elî ALÛCÎ jî “Jin û Derûnkolînerî” nivîsandiye.
Prof. Dr. Şahika YÜKSEL, Derûnnas Siyabend ASLAN, Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ, Derûnnas Rewşen, Derûnnasê Klînîkî Yusuf ATABAY, Pispora Xizmeta Civakî Gulperî GUNDUZ bi gotarên xwe yên li ser mijara dosyayê ked dane kovarê.
Her wiha Şêwirmendê Derûnî Erdal, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab, Derûnnas Îsmaîl GÜVEN, Derûnnas Isabella BÊRÎVAN, Hataw Ahmed SHARIF, Shwana Kanabi OMER, Newroz Xebat YILDIRIM, Antropolog Welat RAMÎNAZAD û Sînemager Ferat KEVIR jî bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cih girtine.
Ji bo têkilî:
psychologykurdi@gmail.com


