Diyarname
Filmekîmî îsal wê di navbera 8-14’ê kewçêrê de 9’emîn car li dar bikeve. Festîvala ku bi sponsoriya LG li dar dikeve, fîlmên festîvalê wê li salonên sînemayên yên Atlas, Beyoglu û Cinebonus Maçka G-Mallê bêne nîşandayîn.
Fîlmekîmî ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê li dar xistin fîlmên ku di festîvalên mezin de xelat girtine pêşkêşî temaşevanan dike.
Di festîvalê de 31 fîlmê wê 7 rojan di 4 salonên cihê de bêne nîşandayîn. Festîval yekem car di sala 2002’yan de li dar ket û ji wê demê ve her sal li dardikeve. Festîvala ku par 43 hezar kesî li fîlmên wê temaşe kirine îsal jî li benda heman girseyê ne. Bilêtên festîvalmê 2’yê meha pêşiya me wê bêne firotin. Buhaya bilêtên nava hefteyê di seansên 11.00, 13.30 û 16.00’an de bi 4 TL, seansên nava hefteyên saet 19.00 û dawiya hefteyê bi 12 TL, buhaya erzan jî bi 8 TL têne firotin. Fîlmê Gala ku di 21.30 de li dar dikeve jî bi 15 TL têne firotin.
Ji festîvalê hin mînak:
BAŞKA BİR YERDE / SOMEWHERE / Li dere din
Fîlmê Sofia Coppola (keça derhênerê navdar ê amerîkî Francis Ford) “Somewhere” ku çend roj berê di Festîvala Fîlman a Venedîkê de Xelata Şêrê Zêrîn girt dibe mêvanê Filmekimî. Coppola di bin bandora bîranînên xwe yên zarokatiyê de çîroka fîlm rêstiye û serlîstikvaniya fîlm Stehhen Doff dike ku Doff di fîlmê “Blade” de karaktera vampîrê xirab lîstibû. Dorff rola lîstikvana navdar a Hollyiwoodê Johnnie Marco dilîze ku keça wê Cleo ya 11 salî ji nişkve derdikeve pêşberî wê û jiyana wê ser û bin dibe.

AMCAM ÖNCEKİ HAYATLARINI HATIRLIYOR / UNCLE BOONME WHO CAN RECALL HIS PAST LIVES / Jiyanên Berê yên Apê min têne bîra wî
Derhênerê taylandî Apichatpong Weerasethakul ku di meha gulanê de li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû, li Tirkiyeyê beşdarî Bîenala Stenbolê bûbû niha bi fîlmê xwe “UNCLE BOONME WHO CAN RECALL HIS PAST LIVES” beşdarî festîvalê dibe. Fîlmê li ser mijarên metafîzîk, anîmîzm û reenkarnasyonê di heman demê de balê dikişîne ser xweşbîniyê… Li gor serokê juriya Festîvala Cannasê fîlm “xweş, û wekî xeyaleke ecêb” e.
İNSANLAR VE TANRILAR / OF GODS AND MEN / Mirov û Xwedê
Derhênerê fransiz Xavier Beauvois ku li Cannesê Xelata Mezin girtibû di fîlmê xwe yê dawî “Mirov û Xwedê” de balê dikişîne ser bawerî û fanatîzmê.Fîlmê ku balê dikişîne ser bûyerên rastîn. Fîlm balê dikişîne ser jiyana heşt keşîşên fransis ku di salên 1990’an de li Mexrîbê, li perestgeheke ser girên çiyayan, li kêleka gundên misilman dijîn.
TURNE / TOURNÉE /
Yekemîn fîlmê lîstikvanê fransiz Mathieu Amalric “Tournee” ku wî bi vî fîlmî hem di warê lîstikvanî, hem jî derhênerî de li Cannesê xelata FIPRESCI girt, niha bi fîlmê xwe li Stenbolê dibe mêvan,
NEW YORK, I LOVE YOU
Eynî wekî “Paris, Ez ji te hez dikim” vê carê fîlmekî din bi navê “New York, I Love You” (New York, Ez j ite hez dikim” ji aliy^”e 11 derhêneran ve hat kişandin. Di nav derhêneran de kesên wekî Fatih Akın, Yvan Attal, Mira Nair, Allen Hughes û Natalie Portman ku di nav lîstikvanên wan de jî kesên wekî Shia Laboeuf, Ugur Yucel, Robin Wright Penn, Orlando Bloom, Ethan Hawke, John Hurt, Irfan Khan û Christina Ricci hene. Fîlm di New Yorkê de çîrokên bi heyecan, seksî, bi kêf, hestên mirovan bi hev ve girê dide û çîrokên eşqê hene.
Çend mînakên din
Her wiha fîlmê Wermner Herzog “MY SON, MY SON, WHAT HAVE YE DONE (Kurê min ê delal, te çi kir, ê Ken Loach “ROUTE IRISH (Rêya bi talûke), ê Abbas Kiarostamî “CERTIFIED COPY” (Wekî orjînala wê), fîlmê Olivier Assayas “Carlos”, ê Jean-Luc Godard “Sosyalîzm”, ê Bertrand Tavernier “THE PRINCESS OF MONTPENSIER” (Prensesê Monthensier) û gelek fîlmên din têne nîşandayîn.


