Diyarname
Li Amed, Wan, Stenbolê hin çalakiyên bi kurdî me ji bo we neqandin. Fermo ew çalakî:
AMED
Li Şanoya Bajêr a Amedê êvara 29'ê mehê saet 19'an de lîstika şanoyê ya bi kurdî "Tartuffefê heye.
**
WAN
Li Wanê Teatra Mencel bi lîstika xwe ya nû "Mirin û Keçik" derdikevin pêşberî temaşevanan. Lîstik saet 19'an de li şanogeya Teatra Mencelê ye (Li Aydin Perihan AVM'yê)
**
STENBOL
Îmze
Roja 26'ê mehê saet 15'an de li Medya Kitapeviya li Beyogluyê nivîskar Îlhamî Sîdar dê pirtûkêr xwe îmze bike.
*
Şano
Lîstikvanên Teatra Jiyana Nû êvara 26'ê mehê saet 20'an de li Su Gosterî Merkezî (li Fatiyê ye) lîstika xwe "Tenê Ez" pêşkêş dikin
*
Konser
Êvara 26'ê mehê hunermend Mubîn Dunen û Jêhat Hekimoglu saet 21'ê de li Collective/Terrace (li Beyogluyê) konserek didin.
*
Helbest û Danasîn
Êvara 27'ê mehê saet 18'an de bi beşdariya Jîr Jan Amedî, Berhîm Paşa, Yucel aslan, Memê Miksî li Morî Kîtap Cafeyê (Li Şîrînevlerê ye) danasîna "Huzna Şevê" ya Seyfedînê Welekorî heye û di heman demê de ew dê helbestan bixwînin.