Diyarname
15'emîn Festîvala Cazê ya Navneteweyî ya Stenbolê li Esma Sultanê bi merasimeke dest pê kir.
Di şeva ku Toprak Sergen pêşkêşvaniya wê kir de ji bandoyên New Oleans "Coolbone" muzîka xwe pêşkêş kir.
Festîval ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve tê li dar xistin. Di şevê de Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de dan Tuna Otenel ku ew bi xwe li gelek amûrên dide. Otenel ku ji ber rewşa xwe ya tenduristî nekarî bê şevê, hate gotin ku li mal xelat dane kê.
Di merasima destpêkirina festîvalê de plaketên sipasiyê dan sponsoran û merasim bi konsera "The Big 3 Palladium Orchestra"yê bi dawî bû.
Festîval heta 16'ê mehê dê li dar be.