Fêrgîn Melîk AYKOÇ
Çalakiyên ciwanan xwedan siberojê ne, her wisa şiyan, erk û hêza wan jî. Ciwan bûn, ciwan mayîn hêviya jiyanê ye. Govend, spor û dansên civakan bi giranî bi kelecana ciwaniyê per li ba dikin. Ji wê jî saziyên herî zindî û domdar, saziyên ciwanan in.
Mîhrîcana govendên kurdî ji sala 1986´an ve wekî maratoneke bêdawî bi ciwanan re ciwan ciwan dimeşe. Di vê Mihrîcana 31´an de jî bi 31 koman, bi girseyeke ciwanan ya zêdetir ji hezarî, bi ciwanî û kelecana xwînkelînê hate lidarxistin. Gelek ciwanên tevî koman nebûbûn, di dema sêrkirinê de wekî gunehkaran li erdê dinêrî.
Bêşdarên Mîhrîcanê bi cil û bergên neteweyî, dahol zurne, ney û bilûran li navenda çarşiya Hannoverê bûka xwe bi zilqît û lîrandinê li hespê siwar kir, bi çarsed ciwanên bi cil û bergên neteweyî, li ber gumîna daholan, guvîna zurnê li dor bûka xwe govend xweş kirin. Kiryarên firoșgehan, rêwî û berpirsiyarên ewlehiyê tev de li dor vê dîlana govendvanên Mihrîcana ciwanan civiyan, pirs li ser pirsê, șiroveyên ciwanên li dor govendê, çavên mezinbûyî, kamera û telefonên destan ên li hewa bûbûn çît, ev kelecana ciwanan her diçû gurtir dikir.
Di salonê de pêșkêșvaniya kurdî Berfînê û ya almanî jî Yilmaz Kaba wergirtibû. Dema Berfînê ji devê hin ciwana peyvên tirkî bihîst, bi dengê bilind got: Ev mîhrîcana govenda kurdî ye. Divê her kes bi kurdî biaxive, ji dê û bavan jî tika dikim bila bi zarokên xwe re tenê bi kurdî biaxivin! Kurdî em bi xwe ne, têkçûna wê têkçûna me ye. Yilmaz jî heman tișt bi almanî ragihand. Roja 19.5.2018´an piștî meșa wekî kevneșopî di salonê de pișka rêza koman hat avêtin. Hêjmarên pișkê di tûrikekî rîsî de bûn, yê ku bi destê keçeke Bêrtiyan hatibû hîvastin. Berfîna stûyê wê di bin kofiya Hekarî de xwar bûbû, di ber berpirsiyarên koman re derbas bû û wan jî pișkên xwe kișandin û jê razî bûn. Endamên jûriya tirsa dilê koman jî, dan nasandin. Hima li pey wê Comert, Hîvron, Aydin û hozanên herêmî bi stranan ciwan anîn coșê.
Ameleyê berdevkê TEV ÇAND´ê û berdevkê jûriya yekem jî bi navê saziyê ciwan silav kir, șehîdên keda wan di bipêșxistina Mihrîcanê de hebûn û di pêșbirkan de cihê xwe girtibûn, bi rêzdarî bi bîr anîn. Amele li gel wê li hola pêș salonê pêșangeha maketên peyker û avahiyên dîrokî ji bo bala ciwanan û mêvanan vekiribû.
Li çayxana salonê jî gengeșiya rewșenbîran bê navber wekî pêlê taviyên biharê gur dibûn. Ji hin mijarên dîrokê heta bi hin motîfên govendan yên ji kûrahiya dirokê dihatin, motîfên li ser maketên Xirabreșkê, giringiya govend û teșvîkkirina ciwanan berfireh dibûn. Ez jî ji wan gengeșiyan kêm nemam. Divê ez rexneyekê jî li vê gengeșiyê zede bikim. Mixabin ku pirraniya govendvanan keç bûn, wer xuya ye, xort bi xwe re nabînin ji kolanan derkevin û berê xwe bidin çanda bav û kalan. Yan jî dê û bav nahêlin kurên wan tevlî nav koman bibin.
Roja diduyan jî sih û yek kom li pey hev bi hêvî û kelecana bikanin bigîhîjin pileyeke baș, derketin ser dikê pêșberî jûriya ku tu kêmasî nedipejirand. Di encamê de Koma Evîna Eelat ji Baselê bû yekem, rêza diduyan jî du koman parve kir. Yek Koma Laliș ji bajarê Celle, yek jî Koma Baran ji bajarê Kolnê. Koma sêyemîn jî Koma Dîlana Rojê ya ji Parîsê bû. Li gel wan xelatên din jî hatin dayîn.
Di nava giștan de yê bê govend gerandinê ji bêxewiyan ji hal ketibû, ez bûm. Min xweziya xwe bi 31 sal berê dema me Mîhrîcana yekem bi serfirazî gihand encamê anî. Ez wê çaxê hê ciwan bûm. Belê Ciwanî! Wekî kurdên soran dibêjin: “zor ciwan e!”
23/05/2018, Yenî Ozgur Polîtîka