Diyarname
Lîsteya welatên ku herî zêde li televîzyonê temaşe dikin hate eşkerekirin. Di rêza yekemîn de Sirbistan heye. Tirkiye di rêza 8'an de ye.
Şîrketeke reklam û bazara navneteweyî bi navê Nielsen il 55 welan bi 27 hezar kesî re hevdîtin pêk anî û derxist holê ku kîjan welat zêde li televîzyon û vîdyoyê temaşe dike.
Encam wisa derket:
Hemwelatiyên Sirbistanê rojê 5 saet û 39 deqîqe li televîzyonê temaşe dikin. Sirbistan bi vê reqemê bû welatê ku herî zêde li televîzyonê temaşe dike.
Li Tirkiyeyê ku di lêkolînên wisa de kurd jî têde têne hesibandin, hemwelatî rojê 4 saet û 17 deqîqeyên xwe li ber televîzyonê derbas dikin. Bi vê reqemê Tirkiyeyê welatên wekî Polonya, Meksika, Swêd û Çîn li dû xwe hişt û bû 8'emîn.
Di lêkolînê de ev encam jî derketin:
- Li bazara Tirkiyeyê sedî 96.5 kes dikarin li televîzyonê temaşe bikin.
- Qelîteya HD televîzyonê herî zêde li Avustralyayê heye. Avustralyayî di nav hemû welatan de herî zêde xwedî televîzyonên HD ne. Tirkiye di nav 55 welatan de ketiye rêza 34'an. Herî hindik jî li Endonezyayê televîzyonên bi HD hene.
- Ji înternetê herî zêde Çîn li vîdyoyan temaşe dike. Tirkiye di vî warî de di rêza 46'an de ye. Herî hindik jî Danîmarka di înternetê de li vîdyoyan temaşe dike.
- Herî zêde li Filipînê gel ji telefona destan li vîdyoyan temaşe dike. Di vî warî de Tirkiyeye di rêza 28'an de ye û herî hindik jî li Almanyayê gel ji ser telefona destan re li vîdyoyan temaşe dike.